Pêşengên jin ên têkoşina azadiyê li Mexmûrê hatin bibîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şoreşger Sema Yuce û rêhevalên wê şoreşger Gulan û Leyla Agirî hate bîranîn.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, şoreşger Sema Yuce û rêhevalên wê şoreşger Gulan û Leyla Agirî hate bîranîn. Biranîn bi tevlibûna li Saziya Malbatên Şehîdan, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî çangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Komîteya Perwerde Leyla Arzû Îlhan, di kesayeta Şoreşger Sema Yuce û tevahî Şehîdên Jin ên Meha Hezîranê de axivî.

Leyla Arzu Îlhan, di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şoreşger Sema Yuce de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîr anî û wiha got: “Şehîd Sema Yuce li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê, li dijî xeta îxanet û komploya li dijî Rêber Apo got, ‘ji bo her mirovekî dû rê heye. Rêyek a kengî û rêyek a xirabî ye. Çawa ku li asîman yek roj heye, li ser erdê jî ji bo me yek xet heye. Yek rêya azadiyê heye û ev jî rêya şopandina xeta Rêber Apo û rêya şopandina Heval Mazlum û Zekiye Alkan e.’ Ji ber vê jî em di roja me ya îro de dibêjin, çawa ku heval Sema got li asîmanan yek roj heye û li ser erdê jî yek xetê ji bo bipêjirînin û yek rojê bibînin. Ev roj ji Rêber Apo ye. Em bi berxwedana 50 salan Rêber Apo û bi taybetî jî berxwedana 25 salan a Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê û têkoşîn û berxwedana hemû Şehîdên Tevgera Azadiyê gihiştin vê rojê.”

‘Her şehîdekî ji bo me bûye hêzek a têkoşînê ye’

Leyla Arzû Îlhan, di berdewamiya axaftina xwe de behsa têkoşîn û berxwedana şoreşger Sema Yuce kir û wiha got: “Dema em îro temaşe dikin xeta heval Sema bûye xeta têkoşin û berxwedanê. Heval Sema dema çalakiya xwe pêktîne di nameya xwe de dibêjê, ‘Ez di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de bedena xwe bikim pirek ku çawa jin bikaribîn vê têkoşîne mezin bikin’. Di roja me ya îro de li çar aliyên cîhanê têkoşîn û berxwedana jinan, ji bo hemû kesan dibe îlhama têkoşînê. Dema em behsa şehidan dikin dizanim ku erka dikeve ser milê gelek giran e. Dema em diroka tevgera azadî dinêrin, her şehîdekî ji bo me bûye hêzek a têkoşîn e. Heval Sema jinekê ku li Çiyayê Agirî mezin bûye ye. Heval Sema serhildana Çiyayê Agirî di nava xwe de mezin kir û em dibînin ku ev serhildan li tevahî cîhanê belav dibe. Ev têkoşîneke ku ji mirasê Mazlum, Rewşan, Zekiye Alkan, Sema û Zîlanan tê û em îro dikarin li tevahiya cîhanê bi Kurdbûna xwe ser bilindbin û hêz bidin têkoşîn e. Ji ber vê yekê êrîşeke pir giran li ser gelê Kurd, jinên Kurd û li ser Rêber Apo heye.”

Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ewê wek jin têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û wiha got: “Em wek gel û jinên Wargeha Mexmûrê, li ser  vê biryardariya bi hezaran cangoriyên wek heval Sema carek din dibêjin, ger têkoşînek a azadiyê hebe, emê vê têkoşînê bi Rêber Apo re jiyan bikin û ger xweşiyek a azadiyê hebe, emê bi Rêber Apo re jiyan bikin. Ji bo vê yekê em carek din biryardariya xwe ya ji bo şehîdan dubarê dikin û dibêjin hemû hêz û têkoşîna me jiyanîkirina xeyalên şehîdan be ku em bikarinin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em carek din di kesayeta Şehîd Zîlan, Sema û Gulanan de hemû şehîdên Tevgera Azadî bîbirtînin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sema Yuce û şehîdên meha Hezîranê hatibûn amadekirin hate nîşandan.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.