'Perwerde û hînbûn, hêvî û riyeke ku jiyana jinan diguherînin'
Jinên Lîbyayî yên ku ji ber şert û mercên jiyanê dev ji hînbûnê berdane û niha di temen mezin de dixwînin wiha dibêjin: "Ji jinên bindest re ev derfetek nû ye. Perwerde hêvî û riyeke ku jiyana jinan diguherîne."

MONA TUKA
Lîbya- Li bajarê Sabha yê li başûrê Lîbyayê, dibistanên perwerdehiya mezinan ji jinên ku di destpêka jiyanê de ji mafê wan ê perwerdehiyê bêpar man, derfetek girîng peyda dikin. Jin bi rêya van dibistanan dikarin cihê xwe di nava civakê de bi dest bixin û serxwebûna aborî û civakî bi dest bixin.
Rêvebera dibistana perwerdehiya mezinan a Fezzan Mebrûka Mihemed Hemza têkildarî rola girîng a dibistanên perwerdeya kesên bi temen mezin wiha got: "Rêwîtiya me bi dibistanên perwerdehiya kesên mezin re di sala 2010'an de dest pê kir, piştî derxistina biryarnameyekê ku destûr da xwendekarên jin ên ku di paşerojê de ku derbasî dibistanên perwerdehiya mezinan bibin. Vê gavê deriyê hêviyê ji bo gelek jinên ku ji ber şert û mercên civakî, aborî û tenduristiyê çend sal in xwendina xwe paşxistin vekir. Îro li dibistana me zêdetirî 130 xwendekar hene, temenên wan ji 10 heta 65 salî ye û hemû jî ji herêmên bajarê Sebah ne."
Ji jinên bindest re derfetek nû
Mebrûka Hemza da zanîn ku ji jinên bindest re ev bûye derfetek û wiha axivî: "Di nêrîna civakê de li ser perwerdehiya jinan, bi taybetî li deverên gundewarî dijwariyek mezin hebû, lê me karîbû vê nêrînê biguherînin û îro em şahidê daxwazek mezin ji bo perwerdehiya mezinan ji jinên ku dixwazin derfetên xwendinê bi dest bixin, dikin. Em di wê baweriyê de ne ku perwerde ne tenê mafek e, ew riyeke ku jin dikare bigihêje statûya xwe. Niha çar dibistanên me yên perwerdehiya mezinan hene. Em hêvî dikin ku em hejmara dibistanan zêde bikin."
'Hêza psîkolojîk û civakî beşek ji pêvajoya perwerdeyê ye'
Şêwirmendê derûnî yê dibistanê Sûad Salih El-Keşkî jî girîngiya piştevaniya derûnî û civakî ku dibistan ji xwendekaran re pêşkêş dike anî ziman û wiha pê da çû: "Gelek xwendekarên jin di dibistanên perwerdehiya mezinan de ji akademîsyenan wêdetir bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû dimînin. Gelek ji wan ji ber şert û mercên dijwar ên civakî, wek wendakirina hevjîn an jî pirsgirêkên malbatî ku bandorê li başbûna wan a psîkolojîk dike, dikişînin. Ji ber vê em dixebitin ku piştgiriya psîkolojîk û civakî bidin wan. Wek şêwirmendên psîkolojîk û civakî, xebata me ne tenê bi peydakirina piştgirîya akademîk re sînordar e, lê em dixwazin bibin beşek ji pêvajoya avakirina karaktera xwendekaran."
'Perwerde hêvî û rêyek e ku ez jiyana xwe biguherim'
Xedîca Xêr Allah a 65 salî ew yek ji wan jinan e ku piştî salên dûrbûnê biryar da ku vegere dibistanê. Têkildarî çîroka xwe ya bêparkirina mafê wê yê xwendinê wiha got: "Piştî ku gelek sal ji xwendina xwe ji ber erkên xwe yên malbatê bê par mam. Min biryar da ku vegerim dibistanê. Ez keça herî mezin bûm û beriya perwerdehiyê neçar bûm ku karên malbata xwe bigirim. Dema ez gihîştim temenek dereng, min hest kir ku pir dereng e, lê min biryar da ku dev jê bernedim. Îro ez di pola pêncem de me ku ez bawernameya xwe ya navîn û xeyala xwe bistînim. Di destpêkê de gelek zehmetî hebûn, lê ez bi biryar bûm ku bi ser bikevin. Zanîn riya yekane ye ku ez dikarim jiyana xwe biguherim. Ez bang li her jinê dikim ku perwerdehiya xwe biqedîne, ji ber ku perwerde bingeha hêza me ye."
'Perwerde mafek e ku dev jê nayê berdan'
Ayşe Ebd El-Selam a 18 salî biryardarî û îsrara xwe ji bo qedandina xwendina xwe tevî zehmetiyên ku di dema koçberbûna ji ber serhildanê rûbirû maye wiha qala çîroka xwe kir: "Ez ji dibistanê dereng ketim ji ber ku em koçî Tişad bûn ku dibistan lê tune bûn. Min şeş sal ji xwendina xwe winda kir, lê min biryar da ku ez vegerim û xwendina xwe bidomînim heya ku ez bawernameya xwe ya zanîngehê bistînim. Îro ez di pola heştan de me. Ez ji mamosteyên ku di vê rêyê de piştgirî dan min gelek spas dikim. Hewcedariya me bi piştgirîyek zêdetir heye. Perwerde çeka herî bi hêz e di destê her jinê de ji bo bidestxistina serkeftinê di jiyanê de."
Perwerde hêza ku pêşeroja jinan ava dike
Perwerdeya li van dibistanan ne tenê akademîk e; ji bo bidestxistina mafên jinan û berfirehkirina asoya xwe amûrek e. Di dema ku ev jin ji bo gihandina perwerdehiyê hewlên mezin didin, erkê civak û hikûmetê ye ku piştgiriyek pêwîst ji wan re peyda bike da ku di hawîrdorek ewledar û piştevan de bigihîjin mafên xwe yên xwendinê.