Perçekirina dara 2 hezar saleyî ya li Yemenê hat şermezarkirin

Jîngehparêz û geştiyarên dîtin ku Dara Xerîb a yek ji mezintirîn darên herdemî yên nîvgirava Erebîstanê ye hatiye perçekirin, xemgîniya xwe anîn ziman û bang li rayedaran kirin ku xwedî li vê darê derkevin.

RANIYA EBDULLAH

Yemen- Dara Xerîb li devera Samsara ya navçeya El-Şamayatayn li parêzgeha Taiz a Yemenê yek ji nîşaneyên xwezayî yên herî berbiçav e. Tê texmînkirin ku temenê wê zêdetirî du hezar salî ye, bi bilindahî, dora qirna xwe û bi pîvana xwe 16, 35 û 8 metre ye. Bi van taybetmendiyên bêhempa, navûdengek çêkiriye û ew kiriye magnetek ji bo geştiyarên ku salên borî ji parêzgehên cûrbecûr yên Yemenê û derveyî welêt hatine.

Perçebûna darê bû sedema hêrsa civaka Yemenê

Perçebûna dara Xerîb niştecihên xwecihî matmayî kir û çalakvan hêrs kirin. Hejmarek ji xelkê Yemenê li ser medyaya civakî wêneyên bîranînê yên ku li kêleka wê darê rawestiyane parve kirin. Van kesan dilgiraniya xwe ya ji rayedarên pêwendîdar re ji ber xemsariya wan a li hember darê ku bi salan e domandine, nîşan dan. Heman kesan negirtina tedbîrên pêwîst a ji bo parastina darê ya ji aliyê rayedaran ve jî nîşan dan.

Ji malbetek riwekan a nenaskirî ye

Ji vê darê re "dara xerîb" tê gotin. ji ber ku ew yekta ye û ne ji malbatek riwekan a naskirî ye. Di heman demê de xuyangek ecêb jî heye. Ew cureya nebatek zêde ye ku karibûye şert û mercên giran ên avhewaya di nav de ziwabûna dijwar, germahiya zêde û bayên xurt, li ber xwe bide. Cara ewil di pirtûka "Dîseya Nîvgirava Ereban" a dîroknasê navdar ê Yemenî Ebû Mihemed El-Hesen El-Hemedanî de hatiye vegotin.

Dara Xerîb ji bo çûkên koçber rawestgehek e

Şêniyên herêmê, bi taybet jinên extiyar, çîrokên ku mîna efsaneyan dixuye radighînin. Ew bawer dikin ku dar salê carekê fêkî dide, paşê ji nişka ve wenda dibe. Ew dibêjin ku ev fêkiyek pîroz e. Li gorî pisporên jîngehparêzî û daristanê, dara Xerîb ji bo çûkên koçber ên ku  di heyama di navbera dawiya Îlonê û destpêka Cotmehê ya her sal de diçin girava Sokotra ya Yemenê, rawestgehek e. Ew mîna tîrêjek xwezayî ye ku ji bo çivîkên ku ji navenda parzemînê têne wek rêber an kumpasek tê bikar anîn da ku rêça rast ber bi Girava Socotra ve diyar bike.

Divê şûnwar û cîhên dîrokî bên parastin

Ji ber girîngiya vê darê weke cîhekî dîrokî û cihê geştiyariyê, çalakvanên parêzgeha Taizê bang li rayedarên pêwendîdar kirin. Çalakvanan xwestin ku ji bo parastina wê û naskirina sedemên ku bûne sedema parçebûna beşek ji wê, karekî bilez bikin.

Emanî Ehmed têkildarî girîngî û têkiliyên xwe yên bi dara Xerîb re wiha got: "Di gerên xwe de her cara ku em di ber dara El Xerîb re derbas dibin, em disekinin û wêneyên bîranînê li ber darê dikşînin. Tiştê ku li darê qewimî, encama îhmalkirina kombûyî û nehiştina parastina têra wê bû. Tevî ku ew yek ji girîngtirîn şûnwarên parêzgehê ye jî. Divê rayedarên peywendîdar vê rewşê biparêzin û ji bo çareserkirina wê kar bikin."