28’êmîn Komcivîna Stargehên Jinan dest pê kir

28’êmîn komcivîna Stargehên Jinan Mor Çati û Navendên Şêwirmendiyê li Wanê dest pê kir.

WAN – Komcivîna navberê ya 28’emîn a Stargehên Mor Çati û Navendên Stargehên Jinan bi mazûvaniya Komeleya Jinan Star, li Salona Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dest pê kir. Ji bo komcivîna ku dê sê rojan bidome, ji 58 komeleyên jinan gelek kes beşdar bûn.

 Di komcivîna ku ji çapemeniyê re girtî ye de, îro dê li ser mijarên “ji komcivîna beriya vê heta niha çi hat kirin? Weke hevgirtiyên komcivînê em li ser rewş û rojevên xwe bi hev re diaxivin?” nîqaş çêbibin. Sibê dê xebatên atolyeyê çêbibin. Roja dawî ya komcivînê jî dê bi sernavê “Pirsgirêkên bingehîn ên di dema pêş me de” û ji bo “Komcivîna Sereke” cih û rojev were diyarkirin.