Li Yemenê malbatên girtiyan di çalakiyê de ne
Yekîtiya Dayîkên Yemeniyên Revandî daxwaza azadiya dîlan kir da ku di dema bombebarana berdewam a Emrîkayê de tiştek neyê serê wan.

Ranîa Abdullah
Yemen – Ji ber pevçûn û krîza demdirêj a li Yemenê, herî zêde sivîl zirarê dibînin. Yekîtiya Dayîkên Yemeniyên Revandî li bajarê Taîzê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza berdana dîlên ku hatine revandin û di zîndanên Hûsiyan de hatine bicihkirin, kir. Xizmên kesên ku di dema xwepêşandanê de dîl hatine girtin, diyar kirin ku ew ji ber şerê berdewam û bombebarana Emrîkayê ji ber jiyana xizmên xwe yên revandine bi fikar in. Di daxuyaniyekê ku di xwepêşandanê de hat dayîn de, hat gotin ku mirov bêyî ku pirsek bê pirsîn tên revandin. Malbatan trajediya ku di sala 2019’an de li avahiya polîsên leşkerî ya li Koleja Civakê ya li Dhamar çêbû û bi dehan welatiyên revandî jiyana xwe ji dest dan bi bîr xistin û wiha gotin: “Em wek malbatên revandiyan, nikarin careke din trajediyek wiha bijîn.”
'Îhtîmala karesateke mirovî zêde dibe'
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rayedaran hat kirin, hat xwestin ku ji bo serbestberdana kesên di girtîgehan de ne, zext bê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Revandina sivîlan û girtina wan li deverên ku rastî bombebaranê hatine, sûcek dualî ye û wiha hat domandin: “Ev yek binpêkirineke eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Eger bombebaran berdewam bikin, îhtîmala karesateke mirovî ji bo kesên revandî zêde dibe."
Di daxuyaniyê de bang li nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku erkê xwe bicîh bîne, hemû alî pabendî Peymana Stockholmê bin, hemû kesên hatine revandin bê şert û merc serbest berdin û sozên eşkerekirina çarenûsa kesên ku bi zorê hatine windakirin bicîh bînin.