‘Pergala kapîtalîst hewl dide zimanê dayikê tune bike’
Pispor û mamosteya beşa zimanê Kurdî ya zanîngeha Silêmanî Şîlan Omer Hesen diyar kir ku gelek malbat tenê zimanê biyanî fêrî zarokên xwe dikin û got: “Divê dayik û bav zimanê dayikê ango zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikin.”

HÊLÎN EMED
Silêmanî- Her sal Cejna Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de tê pîrozkirin. Di sala 1932’an de di vê rojê de hejmara yekem a Kovara Hewar ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li paytexta Sûriye, Şamê dest bi weşanê kir. Piştre ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî hat diyarkirin.
Lê belê heta niha gelek Kurd ji ber pergala kapîtalîst, ji zimanên din bi bandor bûne. Li Rojhilata Navîn pergala kapîtalîst bû sedema asîmîlasyona zimanê Kurdî. Desthilatdar ji bo Kurdî ji holê rakin serî li her rêbazê didin. Li herêmê bi riyên weke vekirina dibistanên taybet ên biyanî û derfetên kar bi zimanê biyanî hewl didin zimanê Kurdî ji holê rakin. Bi riya van dibistanên taybet zarok zimanê dayika xwe ji bîr dikin. Di heman demê de zimanê biyanî dibe sedem ku ciwan bêkar bimînin. Desthilatdarî li Rojhilata Navîn hewl didin bi riya zimanê biyanî, çand, nasname û zimanê Kurdî tune bikin.
‘Erka wezareta perwerdeyê standartdkirina zimanê Kurdî ye’
Pispor û mamosteya beşa zimanê Kurdî ya li zanîngeha Silêmaniyê Şîlan Omer Hesen diyar kir ku zimanê Kurdî di asta dinyayê de hatiye nasîn û wiha got: “Zimanê Kurdî di Çileya 2023’an de di asta dinyayê de di rêza 8’an de cihê xwe girtiye. Di destûra bingehîn a Iraqê de di madeya 14’an de zimanê Erebî û Kurdî weke zimanê fermî hatiye diyarkirin. Li gorî madeya 6’an a destûra bingehîn a herêma Kurdistanê li Kurdistan û Iraqê weke zimanê standart hatiye diyarkirin lê belê tevî li herêma Kurdistanê polîtîkaya ziman heye di vê polîtîkayê de planeke pêkanînê nîn e. Ev jî nîşan dide ku di zagon û pêkanînên der barê Kurdî de kêmaniyek cidî heye. Divê wezareta perwerdeyê erka zimanê Kurdî di dibistanan de wek zimanê bingehîn esas bigre.”
Niha di gelek dibistanan de bi zimanên cuda perwerde tê dayîn. Ev rewş bendorê li ser perwerdeya bilind dike. Li herêma Kurdistanê li gelek zanîngehên cuda perwerdeya bi zimanên cûda tê dayîn. Hinek jê bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilizî perwerde didin. Ev jî dibe sedem ku li herêmê pergala ziman xirab bibe. Hinek dezgehên medyayê peyvên Kurdî û gotinan xirab dikin û tevlihev dikin. Ev jî dibe sedema xirabûna ziman. Divê wezareta rewşenbîrî di dezgehên medyayê de rêgiriyê li bikaranîna peyvên biyanî û lewazkirina Kurdî bike. Divê dezgehên medyayê yên ku bi Kurdî weşanê dikin peyvên Kurdî bi kar bînin. Zimanê dayikê ne tenê peyv e, çand, nasname û awayê jiyana gelekî diteyîsîne. Ger em zimanê Kurdî bi awayek rast fêrî zarokên xwe bikin, wê ew jî bi gelê Kurd çand, nasname û kesayetiyek bi hêz bidin qezenckirin.”
‘Gelek mamoste ji ber hebûna zimanê biyanî dersên Kurdî nadin xwendekaran’
Şîlan Omer wiha behsa cudahiya di navbera zimanê fêrkirin û fêrkirina ziman de de kir û got: “Zimanê perwerdeyê girîng e. Mêjiyê mirov ji ji dayikbûnê heta 5 salî ji derveyî zimanê dayikê tu zimanek din qebûl nake. Zarokek dema tê dinyayê heta 5 salî tenê dikare bi zimanekî ew jî zimanê dayikê ye fêr bibe. Ji yekê zêdetir ziman barkirina mejî bandorek neyênî li ser tenduristiya zarokan a zîhnî û ruhî dike. Niha bi zarokan re tevliheviya zimanan derketiye holê. Ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji wê yekê digre ku zarokên di bin temenê 4 salî de ji yekê zêdetir ziman li ser wan hatiye ferzkirin. Divê di pêşdibistanan de dayîna perwerdeya zimanê biyanê were astengkirin. Divê zarok tenê zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Di heman demê de divê biryara Neteweyên Yekbûyî ya ku divê zarok heta 10 salî bi zimanê dayika xwe perwerde bibînin were pêkanîn. Divê her kes di fêrbûna ziman de xwedî agahiya pêwist be. Lê belê hikumeta herêma Kurdistanê, bi navê belavkirina zimanê biyanê, rûniştiye ser bazerek mezin. Divê dayik zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin. Divê di dibistanên dewletê de hemû bernameyên bi zimanên dayikê werin dayîn û wekhev be. Di temenek biçûk de zimanê biyanî, bandorên neyênî li ser tenduristiya ruhî û mezinbûnê dike. Divê li Kurdistanê ji bo zarokên Kurd bernameyên perwerdeya zimanê dayikê werin dayîn. Mamosteyên niha ji ber baş bi Kurdî naaxivin, dersên xwe weke tê xwestin û bi Kurdiya herikbar û akademîk nadin xwendekaran. Ev jî ji bo zimanê Kurdî gefek cidî ye.”
‘Parastina ziman erka hemû kesan e’
Şîlan Omer da zanîn ku li herêma Kurdistanê pergala rêveberiyê ji bo Kurdî astengî ava kiriye û wiha got: “Li hemû welatên din ên dinyayê mirov neçar in bi zimanê dayika xwe bi biyaniyan re biaxivin. Lê belê tenê li Kurdistanê gel neçar e bi biyaniyan re bi zimanê biyanî biaxive û têkiliyan dayne. Li herêma Kurdistanê dema ku ji bo şîrketan personel tên girtin, ne zimanê dayikê zimanê biyanî weke qûralê destpêkê tê diyarkirin. Dema bijîşk û mamosteyên biyanî tên herêmê, bi gel re bi zimanê biyanî diaxivin û têkilî datînin. Divê erka wan ew be ku fêrî Kurdî bibin û bi gel re têkiliya bi Kurdî daynin. Em di nava hewldana yekkirin û bihêzkirina zimanê Kurdî de ne. Ji bo rûmeta zimanê Kurdî careke din zindî bikin, ev ne tenê erka rayedaran e, erkê hemû kesên civakê ye.”
‘Dayik û bav berpirsyar in’
Şîlan Omer destnîşan kir ku erka dayik û bav ew e ku zimanê dayikê yê zarokên xwe û tenduristiya wan biparêzin û wiha got: “Zarok dema ji dayik dibin heta, 5 salî bi zimanê dayikê nêzî 17 hezar peyv fêr dibin. Ev peyv dema zarok dest bi dibistana seretayî dikin bi awayekî zihnî careke din tê orgnîzekirin. Zarok heta 10 salî dikarin bi awayekî herikbar zimanê Kurdî biaxivin. Berpirsyariya me malbatan fêrkirina zimanekî din nîn e. Divê em tenduristiya wan a ruhî bi bifikirin bi zimanê wan hêzê bidin. Li gorî lêkolînan, zarokên ku bi du zimanan mezin dibin, bandorek neyênî li ser ruh û pêşketina wan a fîzîkî çêdibe. Gelek malbat tenê balê dikşînin ku zimanê biyanî fêrî zarokên xwe bikin. Divê em zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin. Ev ne tenê erka dayik û bavan e, di heman demê de erka saziyên dewletê ye. Divê di hemû di mufredatên saziyên perwerdeyê de zimanê dayikê esas were girtin. Divê bi riya perwerde û medyayê tunekirina zimanê Kurdî were astegkirin, dewlet û saziyên girêdayî wê zimanê dayikê belavî hemû qadên jiyanê bikin. Bi vî awayî em ê bikaribin di aliyê çandî û zihnî de nifşek nû ava bikin.”