Girtiya Nexweş Fatma Ozbay hate berdan

Girtiya Nexweş Fatma Ozbay hate berdan

Navenda Nûçeyan – Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku di sala 1998’an de li Şirnexê hate binçavkirin û bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ 36 sal cazayê girtîgehê lê hate birîn, hate berdan.

Fatma Ozbay ji ber penceşêra pêsîrê dihat dermankirin. ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve raporek wergirt ku tê de hatibû gotin ku "dikare demek dirêj di girtîgehê de bimîne". Di dawiyê de, piştî serlêdanên ji bo berdanê ji Wezareta Dadê re, rapora ATK dîsa hat wergirtin û înfazkirina Fatma Ozbay hat taloqkirin.

Fatma Ozbay di sala 2018’an de li nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerde ya Herêma Erzurum hat diyarkirin ku asat sêyem ya nexweşiya penceşêre pêsîrê girtiye. Li wir, ji ber nexweşiya penceşêrê memikekê wê jê hate kirin. Fatma Ozbay ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, ji ber bandora kemoterapiyê, di çavê wê yê çepê de retîna çiriya û operasyona lazerê derbas kir. Di çavê wê yê rastê de jî piniyên reş çêbûn. Her wiha hestiyên wê dielin û ev nexweş piştî tedawiya penceşêrê hêj girantir bû. Di aliyê rastê yê qirika wê de nodûl hate tespîtkirin û ji bo wê kontrola 6 mehan hate pêşniyarkirin. Piştre jî li ser pişik û kezeba Fatma Ozbayê pinî hatin tespîtkirin û hate gotin ku dibe ku ji ber radyoterapiyê çêbibin lê ev rewşa wê nehate şopandin. Her wiha nexweşiya mîgrena kronîk bi Fatma Ozbay re heye.