Şêniyên Mexmûrê li dijî girtina şandeya Mexmûrê meşiyan
Şêniyên wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî girtina şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê ji aliyê hêzên Iraqê ve meşek li dar xistin. Şêniyên mexmurê diyar kirin ku heta şandeya wan neyê berdan dê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Mexmûr – Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê, duh berê xwe da Bexdayê. Şandeyê piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir, di vegerê de hat girtin.
Endamên Şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê, Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûr Ehmed Şehbaz, Hevşaredarê Wargehê Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Bêwar Emîn, li Bexdayê hatin girtin.
Li dijî tundbûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê, xelkê Mexmûrê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ meşek girseyî li dar xist. Meşê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, heta ber seytereya Iraqê domiya. Li wê derê Hevserokê Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî axivî.
‘Dewleta Iraqê rêzê li diyalogê nagire’
Elî Bilehî diyar kir ku ji 10’ê Nîsana îsal ve heta niha dewleta Iraqê ambargo daniye ser wargehê û wiha got: “Ji 10’ê Nîsanê ve dewleta Iraqê ambargo daniye ser wargeha penaberan a Mexmûrê. Ketina kel û pelan a wargehê qedexe kirine, karkerên ku diçin derveyî bajarê Mûsilê yan dizivirînin an jî digrin. Lê belê duh ambragoya xwe girantir kir û helwesta xwe ya neyînî li hemberî gelê wargehê diyar kirin. Hevserokê Rêveberiya Meclisê, hevşaredarê wargehê, hevbeberdevkê dîplomasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirkên nasname, tenduristî û hatin û çûnê çûn Bexdayê hevdîtin kirin, piştî hevdîtinê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin girtin, em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Em vê qebûl nakin. Li tu derên dinyayê dema pirsgirêkek çêdibe, dema rêveberiya wê civakê hewldana çareseriya pirsgirêkan dide ji aliyê wê hêzê ve nayê girtin. Derî ji diyalogê re tê vekirin. Ji vê nêzikatiya ku dewleta Iraqê ji duh ve raber kir diyar dibe ku rêzê ji diyalogê re nagire. Ev zilm e em qebûl nakin.”
‘Heta hevalên me bernedin em ji vê derê naçin’
Elî Bilehî destnîşan kir ku şêniyên wargeha Mexmûrê zilmê qebûl nakin û wiha got: “Weke xelkê wargeha Mexmûrê 30 salên me bi berxwedanê derbas bûn. Ev 30 sal in ji ber me zilm û zordarî qebûl nekiriye em li Mexmûrê ne. Bila kes nekeve wan xeyalan ku wê bi zorê tiştên dixwazin bi me bidin kirin. Riya me diyare, em ê berxwedana xwe heta dawî bidin meşandin. Ya din jî ev nêzikatiya ku hatiye kirin qebûlnekirina îradeya gelê me yê wargehê ye. Ji ber wê kesên ku niha girtî ne, ji aliyê vî gelî ve hatine hilbijartin. Ew bi dengê vî gelî bûne rêveberên wargehê. Ji bo wê jî her çendî hevdîtin hatiye kirin jî gotine em ê di nava van du sê saetan de berdin lê belê ji ber gelek caran soz hatine dayîn û nehatine pêkanîn, heta hevalên me bernedin em ji vê derê naçin. Berî niha 10 rojan jî şandeyek wan hat hevdîtin kir soz dabûn gotin em ê di nava van du sê rojan de van pirsgirêkên wargehê çareser bikin, hemû kes jî dibêjin pirsgirêkên we pirsgirêkên mirovî ne, mafên mirovî ne û pêwist nake rê lê bê girtin lê bi eşkereyî mafên mirovan tên binpêkirin.”
‘Em ê li hemberî van nêzikatiyan berxwedana xwe bidomînin’
Elî Bilehî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Duh firtoneyek çêbû, derî bi ser zarokek wargehê de ket, lingê wî şikest, çûn nexweşxaneya Mûsilê ya dewletê gotine ji ber nesnameya we dem di ser de derbas bûye wî negirtine nexweşxaneyê. Ji bo hevalên me pirsgirêkên nasname, tenduristî, çûyîn û hatine çareser bikin çûbûn Bexdayê. Ger li aliyekî bi Wezîrê Dadê re hevdîtin tê kirin, di seytereyên dewletê de tên sekinandin û girtin ev nêzîkatiyek du alî ye. Ev nêzîkatiyek kêfî ye. Em van nêzîkatiyen li ser xwe qebûl nakin. Em ê li hemberî van nêzikatiyan berxwedana xwe bidomînin. Li ser vî esasî em careke din xêrhatina gelê xwe dikin. Em ji vê derê naçin heta ku hevalên me yên di destê hikumeta Iraqê de girtine neyên berdan.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ , ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.
Şêniyên wargeha Mexmûrê dûre çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û diyar kirin ku heta endamên şendeya Wargeha Mexmûrê neyên berdan ew ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî nekin.