Evîndar Ararat: Têkoşîna siyaseta demokratîk bê xweparastin nabe
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat destnîşan kir ku ji bo siyaseta demokratîk pêwistî bi parastineke berfireh heye û got: “Heta peymaneke mayinde û temînatên qanûnî-hiqûqî neyên dayîn divê hêza parastinê çekan daneyne.”

Navenda Nûçeyan – Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulana 2025'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Di 9'ê Gulanê de bi daxuyaniyek PKK'ê pêkhatina kongreya xwe ragihand û encamên kongreyê jî 12'ê Gulana 2025'an bi encamnameyê bi raya giştî re parve kir.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat ku delegeya kongreyê bû nirxandin kir.
‘Sekna ku em raber dikin dîrokî ye’
Evîndar Ararart bi bîr xist ku 14 sal bûn kongreya PKK’ê nehatibû lidarxsitin û wiha got: “Rêber Apo jî pênase kir, pêvajoya ji vir û şûnde pêvajoyeke pir kûr a rexne û rexnedayînê ye. Ev kongre li gorî perspektîf û biryara stratejîk a Rêbertî wek hêza kadro, weke milîtanên Rêber Apo di mekanîzmaya fermiyeta partiyê de em ê biryara wê bigrin. Ev kongre li ser esasê pratîzekirina biryara Rêbertî kom bûye. Em vê nîqaş dikin. Kongre dîrokî ye. Naverok û biryara ku bigre, dîrokî ye, sekna ku em raber dikin dîrokî ye.
‘Têkoşîna siyaseta demokratîk bê parastina cewherî nabe’
Evîndar Ararart di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin, stratejiya têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî ya demdirêj dide guhertin. Stratejiya têkoşîna me dike stratejiya têkoşîna demokratîk, siyaseta demokratîk. Lê têkoşîna siyaseta demokratîk bê parastina cewherî nîn e. Têkoşîna stratejiya demokratîk, siyaseta demokratîk, parastina cewherî pir berfireh in. Yanî yekalî nîn e. Em tenê şerê çekdarî weke parastina cewherî sînordar bikin, rast nîn e. Di paradîgmaya me ya nû de jî Rêbertî parastina cewherî pir berfireh dinirxîne. Aliyên wê yên tifaq, dîplomasî, têkoşîna demokrasiyê hene. Rêxistinkirina civakê, civakê bi tevahî xistina nava parastinê weke hêza parastina sereke tê pênasekirin. Aliyên felsefî, ruhî, çandî û zimanî bi her awayî berfireh in.
‘Rêbertî alternatîfeke nû datîne’
Weke hêza parastinê, heya peymana mayînde ji aliyê din ve pêk neyê divê berdana çekan, teslîmkirina çekan çênebe. Yanî heta temînata zemînê qanûnî, hiqûqî çênebe, divê ev yek pêk neyê. Jixwe weke şêwazê stratejîk em şerê çekdarî didin sekinandin. Lê rêxistinbûna hêza parastinê divê xwe dubare bike. Ev weke şertekî esasî ye. Jixwe tenê li ser vî esasî parastin, teng e. Eger me gel xistibûya nava parastinê, dibû ku me evqas zorî nekişanda. Tecrîda li ser rêbertî jî ewqasî wê berdewam nekira. Wê zûtir, di şert û mercên guncawtir de me yê dewleta Tirk kişandibûya xeta çareseriyê. Rêbertî alternatîfeke nû datîne; aliyên wê yên bîrdozî, aliyê felsefî, aliyê rêbaza têkoşînê, pêşengiya jin û ciwanan hene."