Penaberên Sûdanî: Stargeh cihên herî bi ewle ne

Jinên Sûdanî yên ji ber pevçûnan penaber bûne û li stargeha Wedaêt Ellah bicîh bûne diyar kirin ku tevî kêşe û zehmetiyên li stargehan, ew cihekî bi ewle ye, gel bi hev re jiyana xwe didomînin.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15'ê Nîsana 2023'an ve ye pevçûnên dijwar çêdibin. Jinên Sûdanî yên di dirêjahiya van pevçûnan de bi îsrar û îrade liberxwe dane, heya ku gihîştine stargehên bi ewle, gelek kêşeyên koçberiyê kişandine.

Stargeha 'Wedaêt Ellah' a li eyaleta bakur a Sûdanê ye, berê cihê xwendekarên yek ji zanîngehên Sûdanê bû. Piştî zêdebûna şer û pevçûnan rayedaran koçber veguherandin vê stargehê. Di vê stargehê de koçberên paytexta Xartûmê di nava konan de bicîh bûne. Ajansa me aramiya rewşa ewlekarî û rewşa jinan a vê stragehê şopand. Tevî kêşeyan jî jinan jiyana vê stargehê heya ku pevçûn bi dawî dibin, qebûl kirine.

'Ev stargeh  ji gel re cîhekî bi ewle ye'

Sara Ezharî ku ji kêliya destpêkê ya pevçûnan ji herêma xwe Um Drman a eyleta Xartûmê bi malbata xwe re koç bûye, di bin çadirên stargeha Wedaêt Ellah de bicîh bûye. Sara dibêje: "Ev stargeh heya astekê baş e. Cihekî bi ewle ye û tê de xizmet û alîkarî tên peydakirin. Tevî şert û mercan ez beşdarî xebatên komeleya Heyva Sor dibim. Tevî ku tecrubeyek dijwar bû jî, min gelek kesên ji çandên cuda di vê qadê de nas kirin. Ev jî ji bo min tecrubeyek baş bû. Di nava stargehan de ez xwarinê pêşkêşî kesên xizan jî dikim. Lê pêwîst e rêxistinên navneteweyî, hînbûn û xwendinê di nava stargehên koçberiyê de xurtir bikin."

'Tevî kêşeyan jî gel jiyana xwe bi hev re didomînin'

Rûqeya Muhemed Seîd jî bal kişand ser jiyana di nava stargehan de û wiha got: "Destpêkê me gelek stargehên koçberiyê guherandin. Herî dawî em li stargeha Wedaêt Ellah bicîh bûn. Tevî astengî û kêşeyan jî gel di vê stargehê de bi hev re dijîn. Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji bo ku tirsê di dilê gel de çêkin û wan careke din koçber bikin, dem bi dem balafirên xwe yên dronê bi hewa dixin."

'Daxwaza me rawestandina şer û pevçûnan e'

Seyîda El-Nûr daxwazên xwe yên bidawîkirina pevçûnan anî ziman û wiha axivî: "Em daxwaz dikin pevçûn di nava artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di demeke nêz de bên rawestandin û em vegerin cîh û warên xwe. Di nava stargehê de hemû kes wek malbatek bi hev re rojên xwe derbas dikin. Divê kesên berpirsyar pêdiviyên jinan ên di nava stargehan de pêk bînin."

'Bi hev re kêşeyan çareser dikin'

Sicûd Ezz El-Dîn ku ji herêma El-Cerîf a paytexta Xartûmê penaber bûye, qala rojên xwe yên li stargehê kir û got: "Ev 3 meh in li stargehê dimînim. Em hewl didin astengî û zehmetiyên jiyanî yên stargehan, derbas bikin. Qet nebe ev stargeh cihekî bi ewle ye û dûrî şer û pevçûnan e."