Parêzerên jin: Divê yên komkujiyan dikin bên darizandin
Parêzerên jin yên bajarê Qamişloyê destnîşan kirin ku li bajarên Lazqiyê, Hums, Tartûs, Banyas û Hemayê tên qetilkirin û xwestin ku kesên van sûcên wek komkujî dikin, werin darizandin.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Ji 6’ê Adarê ve hêzên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Aşm) a cîhadîst li peravên Sûriyeyê li êrîş birin ser bajarên wek Lazqiyê, Hums, Tartûs, Banyas û Hemayê ên ku piranî Elewî lê dijîn. Di van êrişan de bi dehan komkujî hatin kirin û bi sedan Elewî piraniya wan jin û zarok hatin qetilkirin. Li dijî van komkujiyan parêzerên jin yên bajarê Qamişloyê nerînen xwe anîn ziman û daxwaza darizandina sûcdaran kirin.
‘Ev komkujî nayên qebûlkirin’
Parêzera Dîwana Edaletê ya Civakî Îman Mehmûd, komkujiya ku li peravên Sûriyeyê çêdibe şermezar kir û wiha got: “Em wek parêzerên herêma Cizîrê, komkujiyên ku li perava Sûriyeyê çêdibin, şermezar dikin. Di van komkujiyan de gelek jin û mêrên temen mezin û zarok hatin qetilkirin. Tu sûcên wan tunebûn, tenê ji ber ku elewî bûn hatin qetilkirin. Ev komkujî li derveyî mafên minrovan e. Ev êrîşên hovane, li ser pêkhateyên Elewî, Durzî û Suryanî tên meşandin. Sûriye, welatê hemû pêkhateyan e, ne tenê yê pêkhateyên misilman e. Em wek parêzer daxwaza Sûriyeke ne navendî dikin. Ji hemû pêkhateyan nûner divê cîhê xwe di vê Sûriyeya nû de bigrin. Ev kesên ku van sûcên kuştin, talan û weranê dikin, bila bên darizandin û mafên her pêkhateyan bê dayîn.”
‘Kuştin û talanê li ser pêkhateyên elewî pêk tînin’
Parêzer Neda Melkî derbarê komkujiya ku li perava Sûriyeyê çêdibe de axivî û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Em wek parêzerên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komkujiya ku li peravên Sûriyeyê çêdibe qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Ev binpêkirin û komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê wek bajarê Lazqiyê, Tertus, Baniyas û Humsê li ser pêkhateyên me yên Elewî, Suryan û Durziyan çêdibin, dijmirovî ne û li tu welatek nayên qebûlkirin. Daxwaza me ji saziyên mafên mirovan, bila komkujî bên rawestandin û pêkhateyên di milê peravê de, bi aramî bijîn.”
‘Şerê taybet li ser medya civakî dimeşînin’
Neda Melkî destnîşan kir ku Heyet Tehrîr El-Şamê, bi hinceta ev kesên tên qetilkirin bi rejîma Esed a rûxandî re kar dikirin, komkujiyan pêk anîne. Neda Melkî nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “HTŞ bi hinceta ku kesên hatine qetilkirin bi rêjîma Esed a rûxandî re kar dikin, êrîş biriye ser wan. Darizandin bi vî awayî nabe. Ew kesên ku di dema rêjîma Esed a rûxandî de bi kiryarên tundî û qetilkirinê hatibin tewanbarkirin, dikarin ji aliyê Hikûmeta ya nû ve werin girtin û bi awayekî qanûnî hesab ji wan were xwestin. Ev tiştên ku tên kirin nayên qebûlkirin. Tevî ku van komkujiyan pêk tînin, li ser medya civakî parve dikin. Bi rêya medyaya civakî şerekî taybet dimeşînin. Nîşan didin ku çawa li wan jin û zarokan dixin, mêrên extiyar dikujin. Em van tiştan qet qebûl nakin. Gerek yên van sûcan dikin, werin darizandin.”