Li Yemenê jin 8’ê Adarek din bi fikarên li ser jiyana xwe derbas kirin
Jinên Yemenî yên ji ber pevçûnên navxweyî koçber bûne û bi metirsiya li ser jiyana xwe û fikarên li ser pêşerojê 8’ê Adarê pêşwazîkirin dibêjin: “Em bi hêviya vegera li malê xwe dijîn û ev şer bi dawî bibe."

RANIYA ABDULLAH
Yemen – Şerê navxweyî ya di sala 2014’an de piştî ku Hûsiyan bajarê Sana ya paytexta Yemenê destxistin ji sala 2015’an heya niha bi gûrbûnê didome. Ji ber pevçûnên ku heya niha di navbera Hûsiyan û Hikûmeta Yemenê de didome di nav deh salan de zêdetirî 337 hezar kes mirin, bi milyonan kes li hemberî birçîbûnê têdikoşe.
Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan qetilkirina 2786 jin û birîndarkirina 4369 jinên din di encama topbaran, teqîna mayinan û êrîşên sekvanan de belge kir. Ev bilanço ji destpêka derbeya Hûsiyan a 21'ê Îlona 2016'an heta 1'ê Adara 2024'an digire nav xwe.
Di rojên ku cîhan 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikirin, li Yemenê jin bi tirs û fikara li ser jiyana wan û di rewşa metirsîdar a di nav de dijîn de vê rojê derbas kirin. Jinên gundê El-Siyahî ya herêma El-Dabab a bajrê Teiz başûr-rojavayî Yemenê ku Hûsiyan êriş bir ser hê zêdetir di nava tirs û panîkê de dijîn.
Ji ber rewşa metirsîdar û berdewamiya şer me nikarî xwe bighînin gund û rewşa jinan li wir bişopînin. Lê bi riya telefonê û çalakvanên ku li gund dijîn, me peywendî bi hin jinan re danî û rewşa wan pirsî.
'Ji nişkeva êrîş kirin'
Heniyê Qasêm ku ji niştecihên gund e qala êrişa Hûsiyan a li ser gund kir: “Dema me bi zarokên xwe re pêdîviyên xwe yên jiyanî pêk danî, ji nişkava dengê fişekan derdora me hat, ji bo parastina zarokên xwe bikin me berê xwe dan malên xwe. Me nikarî di nav malên xwe de jî bi azad tev bigerin, em di hundirekê de rûniştin û zarokên xwe veşartin."
Di rêwîtiya koçberiyê de birîndar bû
Sefiyê Elî ya 50'î salî jî ku ji gundê El-Şeqab a bajarê Teizê ye got ku me tu car xeyal nedikir ku deh sal ji şer li ser me re derbas bibin. Sefiyê Elî ya got “Em rojane bi êrîş û koçberiyê re dimînin” axaftina xwe wiha domand: “Ji ber hovîtiyên ku dihatin jiyîn em neçar man bi malbeta xwe re koçî herêmek bi ewle bibin. Di rêwîtiya koçberiyê de ji aliyê Hûsiyan ve hatim hedef girtin û fişek li destê min dan. Gelek kes ji malbeta min jî hatin qetilkirin. Ji şerê ku 2015'an ve destpêkiriye, yekem gundê me êrîş û pevçûn tê de pêk hatin û heya niha jî berdewam dike. Keça min jî di encama teqîna mayînê de her du lingên wê hatin qutkirin. Em bi hêviya vegera li malê xwe dijîn û ev şer bi dawî bibe."
'Di Roja Jinan de jinên Yemenî bi kêşeyan re dimînin'
Endama Hevbenda Dayîkên Revandiyan Esmaa El-Rayî diyar kir ku di Roja Jinan a Cîhanê de cîhan destkeftiyên jinan pîroz dikin, lê jinên Yemenî bi kêşe û zehmetiyan re rûbirû ne. Esmaa El-Rayî wiha axivî: "Di nava xebatên xwe de min dît ku herî zêde jin û hevjînên kesên revandî berdêlên giran didin û bi kêşeyan re rûbirû ne. Jin ji bo li mirovên xwe yên revandî û windahî bigerin û bipirsin riyên dirêj qut dikin. Ew bi astengiyên aborî re jî dimînin. Heta niha jî gel jin tu agahî li ser çarenûsa windahiyên xwe negirtine."
'Jinên Yemenî bi qetilkirinê re rûbirû ne'
Parêzer Huda El-Serawî jî tekez kir ku di Roja Jinan de em dixwazin balê bikşînin ser kiryarên ku jinên Yemenê di encama pevçûnan de rûbirû pê re dimînin. Raporên hiqûqî jî zêdebûna van kiryaran nîşan dide, ev jî mirovahiyê dike xeterê û divê civata navnetewî piştevaniya wan jinan bike. Bi domandina şer re ku ev bû deh sal rêjeyên îmahkirin, şîdet û kiryarên li ser jnan zêdetir dibin. Her wiha jinên Yemenê bi qetilkirinê re rûbirûyî ne."