Ji Kongra Star Xalîde Botî: Jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tabûyan dişkînin
Berdevka Kongra Star ya Hesekê Xalîde Botî bang kir ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna civaka polîtîk mezin bikin û anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan tabûyan bi vê felsefeyê şikandine.

NUCAN ARAS
Hesekê – Jin li çar aliyên dinyayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Di serî de ji bo jinên Kurd û Rojhilata Navîn, wateya 8’ê Adara îsal xwedî girîngiyek dîrokî ya gelek mezin bû. Mîmarê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku ji tevahî jinên cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê û dirûşma hevpar a têkoşîna jinan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Jinan bi coşa ku ev bang ava kiriye, bi hêvî û hêza rojên xweş di 8’ê Adarê de herikîn qadan. Di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarên çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û bajarên Rojhilata Navîn jinan daxwazên xwe yên aştî, wekhevî û azadiyê anîn ziman.
‘Jin bi derbaskirina astengiyan mezin dibe’
Yek ji cîhên ku coş lê bûye pêl û herikiye qadên 8’ê Adarê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeye ku şoreşa jinê li pêk hatî bû. Li hemû bajarên herêmê, jinên Ereb, Kurd, Ermenî û Suryanî qadên 8’ê Adarê tije kirin. Li qadên 8’ê Adarê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku têkoşîna hevpar û jiyan lê hatiye hunandin, jin bi cilên xwe yên reng û reng ên netewî veguherîn rengên biharê. Jinên ku xweza destpêkê ew bi baran û piştre bi rojê silav kirin, gotinên ku wê her roj bikin 8’ê Adarê û ji niha şûnde wê bi biryardariyek mezintir têkoşînê mezin bikin, li qadan bi dirûşmeyan anîn ziman. Endama Rêveberiya Kongra Star û Berdevka bajarê Hesekê Xalîde Botî bal kişand ser destkeftiyên paradîgmaya azadiya jinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meriyetê û anî ziman ku têkoşîna jinan bi derbaskirina astengiyan mezin dibe.
‘Mîrateya dîrokî ya jinan her tim nû dibe’
Xalîde Botî diyar kir ku li seranserî dinyayê têkoşîna jinan a edalet, wekhevî, maf û azadiyê didome û wiha got: “8’ê Adarê ji bo têkoşîna jinan wateyek xwe ya sembolîk û dîrokî heye. Jin bi ruhê hevpar û piştevaniyê ezbera qirkirin û talanê ya serdestan xirab kiriye, li dijî feraseta ku jinê dike hedef, perçe dike, bê nasname, ziman û pûsila dihêle û kole dike bi hev re xwe rêxistin dikin, li ber xwe dan û têkoşîn meşandin. Mîrateya dîrokî ya jinan her tim nû dibe, astengiyan derbas dike û mezin dibe.”
‘Divê mekanîzmayên xweparastinê di her şertî de werin avakirin’
Xalîde Botî destnîşan kir ku di hedefa şerê ku li dinya û Rojhilata Navîn tê meşandin de jin û zarok hene û wiha got: “Çiqas zimanê desthilatê tund bibe, êrîş û zext jî ewqas tund dibe û hedefa wan a destpêkê jî dibe jin. Ev jî dibe sedema xizanî, koçberî, komkujî, destdirêjî û qirkirinê. Riya ku di van şertan de jin bişopînin, di bin banê piştevaniya hevpar, yekitî û hevrebûnê de mekanîzmayên xweparastinê di her şertî de ava bikin e.”
‘Jin bi cewhera civakê tên ba hev û jiyanê bi wate dikin’
Xalîde Botî anî ziman şoreşa Rojava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye ji jinên dinyayê re bûye îlham û ev şoreş wateya ronahiyê hêviyê dihilgire. Xalîde Botî bi van gotinan balê kişand ser vê şoreşê: “Destekeftiyên ku di pêşengtiya jinan de hatine pêşxistin, bêguman çavkaniya xwe ji paradîgmaya civaka ehlaqî û polîtîk, ekolojî ya xeta jina Azad a Rêber Apo girtiye. Şoreşa Rojava di pêkanîna aramiya civakî de di wateya cidî de ked û ceribandin pêk anî. Ev jî ji ber di dîroka dinyayê de model û pergalek nû ye, bû sedem ku rastî eleqeyek mezin were. Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tabûyên demên berê yek bi yek şikandin, li dijî pergala ku jinê tune dihesibîne, perspektîfa xwe ava dike. Jin bi cewherê civakê were ba hev, jiyanê bi watetir dike.”
Xalîde Botî di dawiyê de ev bang kir: “Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna civaka demokratîk, ekolojîk, ehlaqî û polîtîk mezin bikin.”