‘Bêdengiya li dijî komkujiya Elewiyan bêwijdanî ye’

Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan bal kişand ku divê demildest li Sûriyeyê komkujiya li ser elewiyan were rawestandin û bi gotinên; “Bêdengî yan jî ji nedîtî ve hatin bêwijdanî ye” got: “Elewiyên Ereb bêkes û bi tenê nîn in.”

 SARYA DENÎZ

Stenbol – Li Sûriyeyê piştî bidawîbûna rejîma Baasê û rêveberiya demkî ya Heyet Tahrîr el Şam (HTŞ) kaosa li welat didome. Êrîş û komkujiyên li ser Elewî û Durziyan, her diçe aloziyên mezhebî dijwartir dikin. Raya giştî ya cîhanê, piştî ku roja 22 Çileyê cenazeyê akademîsyena Elewî Dr. Rasha Nasser Al-Ali hat dîtin, ji zext û komkujiyên li ser elewiyan ên li Sûriyeyê agahdar bûn. Piştî qetilkirina Rasha Nasser Al-Alî bi sedan elewiyên li Lazikiye û Tartûsê ku di navbera wan de jin û zarok hebûn, ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ’ê ve hatin qetilkirin.

Hejmar ji daneyên hatine dayîn pir zêdetir e

Ji roja 6’ê Adarê ve jî dîmenên li ser medyaya dîjîtal ên ji Sûriyeyê tên, asta tişên tên kirin nîşan didin. Dîmenên dikanên ku tên talankirin, depoyên xurekê yên tên valakirin, gelek wesayîdên sivîl ên şewitandî, mirovên îşkence li wan hatiye kirin, komkujiyên ku cenazeyên pitik, jin û zarokan hene, li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin. Mala Çavdêriya Sûriyeyê (SOHR), belge kir ku ji 7’ê Adarê ve heta niha li herêma Kuneytira ya Tartûsê, bajarê Baniyas, taxa Dantûr a Lazikiyeyê û li gundên bejahiya Misyafê Ramliya û Rasafayê û gelek cihên din komkujî hatine kirin. Li gorî daneyên dawî yên Mala Çavdêriya Sûriyeyê; (10’ê Adarê) di komkujiyan de 973 sivîlan jiyana xwe ji dest dane lê ev dane tenê yên hatine tesbîtkirin in. Tê diyarkirin ku hejmar pir zêdetir e.

Xemsariya li dijî komkujiyan

Her çendî piştî bêdengiya tiştên hatin jiyîn, daxuyanî li ser hev hatibin dayîn jî ji bo rawestandina komkujiyan heta niha tu gavek şênber nehatiye avêtin. Serokê cîhadîst ê HTŞ’ê Colanî, komkujiyê ji nedîtî ve hat, tiştên qewimîn bi gotinên “fitneyeke nû” bi nav kir. Wezareta Karên Hundir a DYA’yê êrîşan şermezar kir û wiha hat gotin; "DYA li ba kêmarên Sûriyeyê Elewî, Durzî, Xirîstiyan û Kurdan e.” Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî got ku ji êrîşan, komên Tirkiye piştgiriya wan dike û alîgirên DAIŞ’ê berpirsyar in. Dewleta Tirk a ku li dijî êrîşan dengê xwe nekir, herî dawî wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got: “Em destekê didin hemû xebatên rêveberiya Sûriyeyê.”

Komkujiyên herî hov

Komkujiyên ku li dijî elewiyan tên kirin, yekem nîn in. Li Sûriyeyê ji dema şerê navxweyî dest pê kiriye ve heta niha, Elewî dibin hedefa HTŞ’ê û komên çeteyan. Bi taybetî li cihên ku Elewî lê dijîn, bi dehan komkujî çêbûn. Li herêmên Elewiyan ên Idlibê, bi salan di bin dorpêça HTŞ’ê de man, ji sala 2017’an ve heta niha, herêmê şahidî ji komkujiyên herî hov re kir. Elewiyên sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, ji bo fîdyeyê rehîn hatin girtin, hinek ji wan li ber çavên mirovan hatin kuştin.

 ‘Dewletek xistin nava destên çeteyan’

Li ser dîmenên ku kiryarên biçûkxistinê yên li dijî Elewiyên sivîl nîşan didin û nûçeyên hatine weşandin, hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, axivî û bang kir ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê her kes bi berpirsyarî nêz bibe.

Kadriye Dogan diyar kir ku piştî rêveberiya Sûriyeyê ket destên HTŞ’ê, nûçeyên komkujiyên li dijî Elewiyan her diçe zêde dibin û got: “Ger perçeyek ax, mekanek were valakirin, bêguman li cihê wê alternatîfek tê dîtin. Hewl didin Elewiyan ji cihê wan derxin, kesên din bi cih bikin. Jixwe mal tên valakirin, dest datînin ser mal û milkên mayî. Rewşeke wiha heye. Çeteyên ku li pêş çavên cîhanê gelek tiştan kirin niha li Sûriyeyê ne. Dewletek xistin nava destên çeteyan. Bi kîjan aqilî ev yek hat kirin, mirov nikare fam bike. Mirov nizane li pişt vê yekê çi heye û dê çi jê derbikeve. Bang li mirovan kirin û gotin çekên xwe berdin, teslîm bibin dê her tişt çêbibe. Bi wê yekê mirovan bê çek kirin û dûre komkujiyên wiha çêbûn. Em li Şengalê jî bûbûn şahidê rewşeke wiha. Destpêkê nêzîkahiyeke baş nîşan didin, piştî ku bê parastin dimînin jî dest bi komkujiyan dikin.”

‘Tirkiye destekê dide’

Kadriye Dogan diyar kir ku Tirkiye destekê dide HTŞ’ê û çeteyên li Sûriyeyê û wiha domand: “Em dizanin dewleta Tirk destekê dide wan. Ev tişteke veşartî nîn e, eşkere ye. Colanî vexwendin qesrê.” Kadriye Dogan got ku ew ji bo rawestandina komkujiyan bangê li dewleta Tirk jî dikin û got: “Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, komeleyên mafên mirovan divê berpirsyariyê bigrin. Hemû aliyên ku hêza wan heye divê dengê xwe derxin, komkujiyan rawestînin.”

‘Pêvajoyên tarî li pêş me ne’

Kadriye Dogan got ku li Sûriyeyê destpêkê divê pêvajoya makezagoneke nû ya ku gel û bawerî bi hev re bijîn dest pê bike û axaftina xwe wiha domand:

“Bi komên ku zextê li mirovan bikin, bi rêbazên ku ji rejîma Baasê xirabtir bin dê li welat aramî çênebe. Em ê bikevin pêvajoyeke tarî ya ku êş zêdetir bibin. Ji ber wê divê di demek nêz de, em bang bikin ku tiştên aqilane werin kirin, mirov ji mafên hev re rêzê nîşan bidin.”

‘Nabe ku Elewiyan weke rejîma Esed bibînin’

Kadriye Dogan, da zanîn ku baweriya Elewî li ser bingeha jiyan û jiyandariyê hatiye avakirin û wiha domand:
“Ji ber ku baweriya Elewî xwe dispêre hezkirin û jiyandariyê, zulmê nake xwe bi rêxistin nake û xwedî mekanîzmaya parastinê nîn e. Ji ber wê Elewî heta tu bibêjî bê parastin in. A duyemîn hewl didin li Sûriyeyê, Elewiyan bi rejîma Esed re, bi Baasê re yek bibînin, gunehê wan ji serê Elewiyan derxin. Elewîtî ne baweriyek wisa ye ku bi rejîma Baasê re xwedî hest û ramanên hevpar be, yan jî xwe wisa bi rêxistin bike. Tiştên rejîmê kirine dixin stûyê Elewiyan û êrîşê wan dikin. Ev yek nayê pejirandin. Baweriya Elewî li aliyê kuştinê nîn e, parastina jiyanê esas digre. Cehwera vê baweriyê ev e.”

‘Divê komkujî rawestin’

Kadriye Dogan bi gotinên; “Em ê li dijî komkujiyên ku bi avêtina gunehê rejîma Esad a ser Elewiyên Ereb tên kirin, dengê xwe bilind bikin” bal kişand ku di raya giştî ya cîhanê de dê di her platformê de ji bo vê yekê têbikoşin. Kadriye Dogan herî dawî got: “Elewiyên Ereb bi tenê nîn in. Em ê nehêlin werin kuştin. Em ê li dijî vê yekê helwestên xwe nîşan bidin. Bila korîdoreke mirovî vebe û kesên mexdûr mane derkevin. Bêdengî û ji nedîtî ve hatin, bêwijdanî ye. Di vê pêvajoyê de divê her kes li dijî komkujiyan dengê xwe bilind bike, pêşî li komkujiyan bigre. Em ê ji bo rawestandina komkujiyan her dem bangên xwe bidomînin.”