NY: Li Sûdanê tundiya zayendî gihiştiye asta hovitiyê de
Neteweyên Yekbûyî ji bo tundiya zayendî ya li Sûdanê tê meşandin raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku ji destpêka şerê navxweyî yê di Nîsana 2023’an de, tundiya zayendî ya girêdayî şer gihîştiye asta hovitiyê de.
Navenda Nûçeyan – Derbarê rewşa Sûdanê de Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek nû belav kir. Rapor balê dikşîne ser wê yekê ku ev binpêkirin êdî ne dozên takekesî ne, lê belê veguherîne diyardeyeke sîstematîk û berfireh. Ji 18 parezgehên Sûdanê de li 16 parêzgehan de tundiya zayendî hatiye tomar kirin.
Sucên komî
Berdevkê Ofîsa Mafên Mirovan ya NY’yê ragihand ku wan herî kêm 546 rûdanên tundûya zayendî ku bandor li 838 kesan kiriye, belge kiriye. NY hişyarî da ku hejmarên rastîn pir zêdetir in; ji ber ku gelek kes ji ber tirs, şermezarkirina civakî û nebûna parastinê, nikarin dengê xwe bînin ziman.
Her wiha Raporê bal kişand ser hovîtiya van êrîşan: Sûcên komî: Nêzî çariyekê rûdanên hatine belgekirin tecawiza komî ne. Keçek herî kêm ji 10 mêran ve rûbirûyî tecawizê hatiye.
Cûreyên binpêkirinan: Ji bilî tecawizê, sûcên mîna kolekirina zayendî, zewaca bi darê zorê, îşkenceya zayendî û qaçaxçîtiya mirovan hatine kirin.
Kuştin û birîn: Herî kêm 13 qurbanî ji jin, mêr û zarokan ku piştî tecawizên komî yên hov jiyana xwe ji dest dane û yê herî biçûk tenê temenê xwe 9 salî bû.
Encamên Tenduristî: Gelek kes ji ber nebûna navendên tenduristiyê di nav şert û mercên giran de ne. Her wiha herî kêm 59 jin û keç ji encama tecawizê ducanî bûne û pidikê wan çêbûne.
Kî berpirsê van sûcan e?
Li gorî lêkolînên NY, piraniya van bûyeran herî zêde ji aliyê endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û komên çekdar ên hevalbendên wan ve hatine kirin. Di heman demê de, binpêkirinên wiha ji aliyê Artêşa Sûdanê û mîlîsên ser bi wan ve jî hatine kirin.
Derket holê ku ev tundî carna wekî tolhildana li ser bingeha etnîkî pêk tê. Li herêma Darfûra Rojava, êrîşkarî berî ku tecawizê li kesên ku ji pêkhateya “Mesalît” pêktên bikin, pirsiyara eşîra wan dikirin.
Ofîsa Mafên Mirovan a NY destnîşan kir ku ev kiryarên hov digihiştine asta sûcên şer de. Bi taybetî li herêma Darfûrê, delîl hene ku nîşan didin ev kiryar wekî “Sûcên li dijî mirovan” hatine kirin.
Bangawaziya ji bo dadgehkirinê
Her wiha Rapor hişyarî dide ku eger ev pirsgirêk bi rêya dadweriyê neyê çareserkirin, aştiya civakî ya Sûdanê dê bi salan di xetereyê de be.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY bang kir ku lêkolînên bilez, serbixwe û bêalî bên kirin da ku hemû tawanbar – di nav de serkirdeyên ku ferman dane – bên cezakirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku di her hewldanek agirbestê de, mijara dadwerî û cezakirina berpirsan wekî şertekî sereke deynin pêşiya aliyan.