Şêniyên Peyasê: Bila trajediyek din a Çorluyê li Amedê neyê jiyîn

Li navçeya Peyasê ya Amed ê bi taybetî jî li taxa Medya pirsgirêkek demdirêj a selebê tê jiyîn. Niştecih hişyarî dikin ku paşguhkirina pirsgirêkê dikare di pêşerojê de bibe sedema encamên mezintir.

ZEYNEP ÇELÎK

Amed – Li taxa Medya ya navçeya Peyasê ya li Amedê, pirsgirêkek demdirêj a selebê li dora Îstanbul Rezîdans niştecihan hêrs kiriye. Bêhna genî ku bi taybetî li Kolana 802 û li pişt avahiya nû ya Saziya Tiba Edlî ye, digel kombûna ava têkildarî selebê û xirabûna erdê, ji bo niştecihan xetereyên cidî yên tenduristî û ewlehiyê çêkirine.

Niştecihên ku bi ajansa me re têkilî danîne diyar kirin ku wan ji bo çareseriya pirsgirêkê gelek caran serî li Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Dîyarbekirê (DİSKİ), Şaredariya Kayapinarê û CİMER’ê (Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê) dane, lê heta niha tu encamek berbiçav bi dest nexistine. Li gorî welatiyan, di bersiva serlêdana CİMER’ê ya par de hatiye gotin ku mesele ji Walîtiyê re hatiye şandin. Walîtiyê jî diyar kiriye ku pirsgirêk di warê berpirsiyariya DİSKİ’yê de ye û dosya ji saziya têkildar re şandiye. Lê belê, tevî ku dem derbas bûye jî, li herêmê ti xebat nehatiye kirin.

Xetera hilweşînê

Niştecih destnîşan dikin ku xeta trênê jî ji herêma ku av lê kom bûye derbas dibe û nebûna karên dagirtinê yên pêwîst xetereyek cidî ya hilweşînê diafirîne. Niştecihek derbarê rewşê de wiha got: "Ew ji bo vekolîna xeta trênê jî hatin, lê ew DİSKİ (Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê) jî nîşan didin. Herêma ku av lê kom bûye, xeta trênê jî derbas dibe. Rêyên trênê yên Rêhesinên Dewleta Tirkiyeyê (TCDD) ne. Li herêma ku xeta trênê lê ye, xetereya hilweşînê heye.”

‘Bila trajediyek din a mîna Çorluyê neyê jiyîn’

Niştecih hişyar dikin ku paşguhkirina pirsgirêkê dikare di pêşerojê de bibe sedema encamên hîn mezintir. Welatî fikarên xwe tînin ziman û diyar dikin ku heke xirabûna erdê berdewam bike, dibe ku qezayeke duyemîn a trênê ya Çorluyê çêbibe.

Di qezaya trênê ya Çorluyê ya 8’ê Tîrmeha 2018’an de, erdê di bin kulvertê de ji ber barana zêde guherî, bû sedema hilweşîna rêyan û pênc vagonên trênê wergeriyan. Di qezayê de di nav de 7 zarok 25 kes, mirin û bi sedan kes birîndar bûn.

Bandora neyînî ya li ser jiyanê

Li gorî niştecihan, ava selebê ya li Taxa Medya kom dibe ne tenê bandorê li herêmê dike, di heman demê de bandorê li Taxa Fabrîka ya navçeya Yenîşehîrê jî dike. Welatî dibêjin ku bêhna nebaş ku bi taybetî di hewaya germ de nayê tehemûlkirin, bandorek neyînî li ser jiyana wan a rojane dike.

Binesaziyek xurt

Dema ku em çûn taxê da ku pirsgirêkê li cihê bûyerê lêkolîn bikin, me dît ku herêm bi bêhna gennî ya selebê hatiye nixumandin. Gelek niştecihên ku di herêmê re derbas dibûn neçar man ku ji ber bêhna gennî pozê xwe bigirin.

Şêniyên taxê bi bîr dixin ku yek ji şertên bingehîn ên ji bo fonksiyona saxlem a bajarek, binesaziyeke xurt e. Şênî dixwazin ku saziya berpirsyarê xizmetên av û kanalîzasyonê yên bajêr DİSKÎ, çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêkê peyda bike.

Wê niştecih bi hev re herin şaredariya Peyasê

Piştî pirsgirêkên çaresernekirî yên bi salan, niştecih amadekariyên xwe dikin ku bi hev re herin Şaredariya Peyasê da ku daxwazên xwe pêşkêş bikin. Di daxuyaniyekê de ji aliyê rêveberiya cihê ve bang li welatiyan hat kirin ku bi hev re herin şaredariyê da ku balê bikişînin ser rijandina selebê û pirsgirêkên bêhna gennî.

Niştecihên herêmî dixwazin ku rayedar li şûna ku di navbera dezgehên cûda de nîqaşek li ser berpirsyariyê bikin, tavilê tedbîran bistînin û dest bi xebatên binesaziyê yên pêwîst bikin.