NY: Parastina zarokên Filistînî di asteke metirsîdar de kêm dibe
Ji ber astengiyên Îsraîlê yên li ser saziyên mafên mirovan, parastina zarokên Filistînî di asteke metirsîdar de kêm dibe. Êrîşên li Xezayê û tundiya li Şerîeya Rojava berdewam in. Zarokên Xezyê ji ber şer û tundiyê bi krîzeke mirovî re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan – Zarokên Xezayê ji ber şer û tundiyê, her wiha nebûna ewlehî, xwarin, derman û wêrankirina binesaziyê, bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne û mafê wan ê jiyan û parastinê di xetereyê de ye.
Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku ji ber ku saziyên mirovî neçar mane karên xwe li Xeza û Şerîeya Rojava rawestînin an jî kêm bikin, parastina zarokan her ku diçe lawaztir dibe. Komîteyê “rêbazên zextê yên Îsraîlê” ku parêzvanên mafên mirovan wekî “terorîst” bi nav dikin, şermezar kir. Ev pêkanîn bi serdegirtinên leşkerî, qedexeya geştê, cezayên darayî û gefên girtinê re hevdem in, ku nahêlin saziyên mirovî bi ewlehî alîkariya malbat û zarokan bikin.
Bang: Îsraîlê ji parastina parêzvanên mafên zarokan berpirsyar bibînin
Her wiha Komîteyê diyar kir ku ev sazî zêdetirî 3 dehsalan in parastina zarokan dikin û ji aliyê dadgehên leşkerî yên Îsraîlê ve tên darizandin. Komîteyê bang li rayedarên Îsraîlê kir ku van astengiyan rakin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê berpirsyar bibîne û parastina parêzvanên mafên zarokan mîsoger bike.
Bordûman û Çalakiya Çekdarî Ofîsa NY ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku sivîl li seranserê axa Filistîna dagirkirî, bi taybetî li rojavayê “Xeta Zer" a li Zîvala Xezayê, hê jî di bin êrîşên hewayî û bordûmanan de ne. Berdevkê NY’yê diyar kir ku dergeha Kerem Şalom ji bo Xezayê hê jî yekane rêya ketina alîkariyan e.
Berdevkê NY’yê got ku rewşa li Şerîaya Rojava di asteke fikarbar de ye. Hêzên Îsraîlê berî du rojan li nêzîkî Hebronê, bi hinceta ku teker şewitandine û molotof avêtine, kurek û zilamek kuştin. Saziyên mirovî bi bîr xistin ku bikaranîna hêza kujer a li Şerîaya Rojava, tenê wek çareya dawî destûrdayî ye û got ku divê berpirsyar bên cezakirin.