Li Efrîkayê Ebola belav dibe: Li Kongoyê hejmara pêketiyan hezar derbas kir
Li Ûgandayê hejmara pêketiyên vîrûsa Ebolayê gihîşt 20 kesan, li Kongoyê jî sînorê hezarî derbas kir; WHO hişyarî dide ku rêbaza belavbûnê ne diyar e û daxwaza tedbîrên lezgîn dike.
Navenda Nûçeyan — Vîrûsa Ebolayê li Ûganda û Komara Demokratîk a Kongoyê bi lez belav dibe. Piştî tomarkirina tûşbûyên nû, bangên navneteweyî ji bo girtina tedbîrên lezgîn û xurtkirina çavdêriyê zêde dibin da ku pêşî li krîzeke mezin a tenduristiyê were girtin.
Li Ûgandayê 20 rewş hatin piştrastkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Ûgandayê ragihand ku piştî tespîtkirina pêketiyeke nû, hejmara giştî ya nexweşên Ebolayê gihîştiye 20 kesan. Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê:
14 kes ji vîrûsê rizgar bûn û baş bûne, 4 kes hê jî di bin dermankirinê de ne, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezaretê destnîşan kir ku ji van rewşan 5 di hundirê welat de çêbûne û 15 rûdanên din jî ji derveyî welat hatine.
Li Kongoyê rewş giran dibe: Sînorê hezarî hat derbaskirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê rêjeya belavbûnê tirsê çêdike. Rayedaran ragihand ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîştiye hezar û 48 kesan û ji wan 267 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ev yekem car e ku ji destpêka belavbûna vîrûsê ve hejmara pêketiyan sînorê hezarî derbas dike. Tenê rojek berê, hejmara tûşbûyan 956 kes û hejmara miriyan jî 247 kes bûn, ku ev yek nîşan dide vîrûs çiqasî bi lez belav dibe.
WHO: Rêbaza belavbûnê nezelal e
Pisporên Epîdemîolojiyê (nexweşiyên vegirtî) yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) hişyarî didin ku belavbûna vîrûsê li Kongoyê, nexasim li herêmên bi rîsk, di nav nezelaliyê de dimeşe.
WHO eşkere kir ku her çend xebatên şopandina kesên bi nexweşên re ketine têkiliyê bi pêş ketine jî, ev hewldan hîn ne di wê astê de ne ku rê li ber belavbûna vîrûsê bigirin. Rêxistinê bang kir ku çavdêrî û tedbîrên li herêmê bi lezgînî werin xurtkirin.