NY: Li Efganistanê ji ber pevçûnên li sînor sivîl tên kuştin
Neteweyên Yekbûyî, ji ber zêdebûna pevçûnên sînor û teqînên ji ber bermahiyên şer, hişyariya zêdebûna xetereyên li ser sivîlên li Efganistanê da.
Navenda Nûçeyan – Li deverên sînorên Efganistan û Pakistanê, şer û bûyerên tundiya derveyî sînor bi awayekî cidî zêde bûn. Di encama vê yekê de gelek sivîl mirin an jî birîndar bûn. Di heman demê de Kabîl û Îslamabad, hevdu bi binpêkirina serweriyê û hedefgirtina deverên niştecihbûnê tawanbar dikin.
Êrîşên hevbeş ên di navbera Efganistan û Pakistanê de, gef jiyana sivîlan dixwe û dibin sedema mirina sivîlan. Êrîşa dawî, duh pêk hat.
Di vê çarçoveyê de Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), diyar kir ku alozî û pevçûnên demkî yên li ser sînorê hevpar ê di navbera Efganistan û Pakistanê de, sivîlan di xetereyê de dihêlin.
Ji destpêka salê ve li Efganistanê hezar û 100 sivîl hatin kuştin an jî birîndar bûn
Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (UNAMA), ragihand ku piraniya wan zarok herî kêm 10 sivîl di êrîşên hewayî yên li parêzgehên Kunar û Helmand de hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Mîsyona Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ji destpêka vê salê ve li Efganistanê ji ber tundiya çekdarî ya li ser sînor zêdetirî hezar û 100 sivîl hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Banga diyalogê
NY’ê, bang li aliyên şer kir ku hewl bidin aloziyan kêm bikin û diyalogê bidin destpêkirin û tekez kir ku divê ew li gorî hiqûqên navneteweyî tevbigerin û pêşî li zirara zêdetir a sivîlan bigirin. Her wiha mîsyonê,- tekez kir ku pêwîst e ewlehî û parastina sivîlan bê mîsogerkirin.
Li aliyekî din, operasyonên alîkariya mirovî ya li Efganistanê bi qeyraneke darayî ya cidî re rûbirû ne. Heta niha tenê ji sedî 30’ê budceya ku ji bo dabînkirina pêdiviyên mirovî yên welat û bicîhanîna plana bersiva mirovî hewce ye, hatiye dabînkirin.
Bi hezaran malbat bi bêewlehiya xurekê re rûbirû ne
OCHA’yê diyar kir ku ev valahiya mezin a budceyê, bûye sedem ku rêxistinên alîkariya navneteweyî li gelek deveran alîkariyên girîng rawestînin. Di encama vê yekê de bi hezaran malbat bi bêewlehiya xurekê, bandorên qeyrana avhewayê yên li pey hev û di gihîştina xizmetên bingehîn de bêparbûna giran re rûbirû ne.