Yekem mamosteya ajokariya li Rojava: Bi xwe bawer bin

Amed Dilpak yekem jin e ku li Rojava ofîsek taybet a fêrkirina ajotinê ji bo jinan vekir. Bi vê projeyê ew astengiyên civakî û tirsê ji holê radike. Heta niha nêzî 600 jin fêrî ajotinê kirine û dibêje: “Bi xwe bawer bin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di civakek ku ajotina erebeyan gelek caran mîna karê mêr tê dîtin de, jin derdikevin pêş û dibêjin “ez jî heme.” Li Rojavayê Kurdistanê jî yek ji van jinan gavek pêşdetir avêt û got “em bi hev re hene.” Ev jina ku xwest vê feraseta paşverû biguherîne, gaveke nû avêt û jinan li dora xwe kom kir. Amed Dilpak a ku ev nêzî 3’ê mehan e ofîsa fêrkirina ajotina erebeyan a ku bi taybetî ji bo jinan vekiriye, dixwaze vîna jinan xurt bike û nîşan bide ku jin dikare bi hêza xwe pêş bikeve, pêşî li astengiyan bigre û di jiyana xwe de xwedî biryar be.

Rahênera ajotina erebeyan Amed Dilpak ofîsa xwe ya taybet ku ji bo ku jinan fêrî ajotina erebeyan bike vekiriye, ji nûçegihana me re vegot.

Amed Dilpak diyar kir ku ji sala 2024’an ve dest bi fêrkirina jinan ji bo ajotina erebeyan kiriye û wiha got: “Lê wekî ofîsek fermî, ev nêzî 3’ê mehan e ku min vekiriye. Bi saya Şoreşa Rojava, îro jin di hemû qadên jiyanê de cih digirin. Ji ber vê yekê, pêwîstî hebû ku jin jî fêrî ajotina erebeyan bibin.”

‘Îro li seranserê Rojava bi hezaran jin dizanin erebe bajon’

Amed Dilpak da zanîn ku xwesteka wê ew e ku nêrîna ‘jin nikarin û nizanin’ bişkîne û wiha domand: “Armanca min ew e ku jin bi awayekî serbixwe kar bikin û jiyana xwe bidomînin. Fêrkirina ajotina erebeyan ewqas ne zehmet e ku jin nikaribin fêr bibin. Jin xwedî hêz û îrade ne, her wiha dikarin her tiştî bi awayekî serkeftî fêr bibin. Ajotina erebeyan yek ji awayên serxwebûna jinan e. Îro li seranserê Rojava bi hezaran jin ajotina erebeyan dizanin. Hêviya min ew e ku jin bi xwe bawer bin. Di vê projeya xwe de, min heta niha nêzî 600 jinan fêrî ajotina erebeyan kiriye.”

Jin dixwazin fêrî gelek tiştên din jî bibin

Amed Dilpak destnîşan kir ku gelek caran jin ji ber astengiyên civakî nikarin fêrî ajotina erebeyan bibin û wiha pê de çû: “Roj bi roj, daxwaza jinan ji bo fêrkirina ajotinê zêde dibe û di rastiyê de jî, jin bi coş û heyecan dixwazin fêrî ajotinê bibin. Ji gelek deveran jin tên cem min da ku fêrî ajotinê bibin. Gelek ji wan ji ber astengiyên civakî û tirsê nikarin bi hêsanî vî gavî bavêjin. Lê belê; bi perwerde û şêwazên fêrkirinê, ew tirs tê şikandin û jin bi xwe bawer dibin . Di heman demê de, jin dixwazin fêrî gelek tiştên din jî bibin, ne tenê ajotina erebeyê.”

Heta jinên 65 salî jî hatine cem me û perwerdeya ajotinê wergirtine

Amed Dilpak bibîr xist ku ofîsa wê bi awayekî serbixwe hatiye damezrandin. Amed ragihand ku ew yekem jin bûye ku dest bi vê projeyê kiriye, lê îro gelek jinên din jî wekî wê vê rêyê digirin. Amed da zanîn ku ev yek jî ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev ofîs cihekî taybet û rihet a ji bo jinan e. Her wiha di dawiya perwerdê de ez bawernameyê pêşkêşî jinan dikim. Min jinên ji temenê 18 salî û jor ve perwerde kirine, heta jinên 65 salî jî hatine cem me û perwerda ajotinê wergirtine û îro ew bi rehetî dikarin li her deverê erebeyê bajon in. Min bi vê ofîsê dest bi projeya xwe kir, lê planên min hene ku vê projeyê berfirehtir bikim.”

‘Ev gaveke girîng e ku jin fêrî ajotinê bibin’

Jinên ku ji vê ofîsê perwerda ajotinê distînin jî, nêrînên xwe bi rihetî tînin ziman. Jina ciwan a 19 salî Kîbana Osê jî perwerda ajotina erebeyan li ba Amed dibîne. Kîbana ji nûçegihana me re wiha got: “Ez hatime ku fêrî ajotinê bibim, da ku bikaribim bi serê xwe pêdiviyên xwe pêk bînim. Ev gaveke girîng e ku jin fêrî ajotinê bibin. Di destpêkê de ez ditirsiyam, lê Amed alîkariya min kir û tirsê ji min dûr xist, her wiha baweriya zêde kir.”