Çalakvana jîngehê ya ji Helebcê Hosna Mehmûd Xelata Ozonê stend

Huner û parastina jîngehê di yek kesî de: Çalakvana Helebçeyî Hosna Mehmûd, bi berhemên xwe yên ku ji bermahiyan diafirîne, hêjayî Xelata Ozonê hatiye dîtin.

MÎHRÎBAN SELAM

 Helebçe – Xelata  Ozonê salane ji bo kesên ku roleke girîng di parastin û xizmetkirina jîngehê de li Iraq û Herêma Kurdistanê dilîzin tê dayîn. Ev xelat ne xelateke pereyî ye, xelateke exlaqî ye jî.

Jinên Kurd her tim di wergirtina xelatan de ji bo çalakî û xebatên xwe de di rêza yekem de bûn. Hosna Mehmûd ku jin û çalakvana jîngehê ya ji Helebce ye, karî Xelata Ozonê ji bo xebat û projeyên xwe yên jîngehê bi dest bixe.

 Hosna Mehmûd ne tenê mîna çalakvana jîngehê dixebite, di heman demê de xwedî projeyên xwe û galeriya xwe ye. Ew bi karanîna materyal û bermahiyan berhemên hunerî yên bêhempa diafirîne. Hosna Mehmûd derbarê wergirtina vê xelatê de ji ajansa me re axivî. Hosna kêfxweşiya xwe wiha vegot: “Îsal min Xelata Ozonê ji ber xebat û çalakiyên xwe yên di warê jîngehê de wekî jinek ji Helebçê stend. Hêvîdar im ku di pêşerojê de bikaribim tiştên bibandortir û mezintir bikim û projeya xwe berfireh bikim.”

Her wiha Hosna ya ku di rêxistineke jîngehê de dixebite wiha got: “Wekî seroka beşa jîngehê ya rêxistinê, min bi xebat û semînerên xwe kariye xizmetek girîng ji bo jîngehê pêşkêş bikim.”

Çalakvana jîngehê li Helebcê Hosna Mehmûd, dikare wergirtina Xelata Ozonê mîna teşwîqek ji bo wê bê dîtin ku çalakiyên xwe bidomîne û projeyên xwe yên jîngehparêzî û hunerî yên pêşerojê bipêş bixe.