Li herêma Nîla Şîn a Sûdanê qeyrana mirovî kûrtir dibe

Ji ber xirabûna rewşa ewlehî û mirovî ya li herêma Nîla Şîn a başûrê rojhilatê Sûdanê, nêzî 7 hezar kes ji nû ve ji cih û warên xwe bûn. Hate diyarkirin ku bi deh hezaran kes bi xetereya birçîbûn û mirinê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê bi hezaran kesên ku ji cih û warên xwe bûne, bi xetereya birçîbûn, nexweşî û mirinê re rûbirû ne. Her ku nexweşiyên şewbê belav dibin û derman û pêdiviyên xurekê yên jiyanî bi temamî xilas dibin, li welat metirsiya karesateke mirovî ya bêhempa zêde dibe.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), îro ragihand ku nêzî 7 hezar kes ango hezar û 400 malbatên li herêma Nîla Şîn a başûrê rojhilatê Sûdanê, ji çar gundên herêma Wad el-Mahî ya başûrê rojhilatê Sûdanê ji nû ve ji cih û warên xwe bûn û xwe spartin deverên din ên heman herêmê.

‘Hinek kesên bêwar ji ber kêmbûna xurekê, neçar in pelên daran bixwin’

Înîsiyatîfa Civaka Sivîl a Nîla Şîn jî ragihand ku qeyrana mirovî ya li herêmê kûrtir dibe û li Kaysanê nêzî 25 hezar kesên bêwar bêyî xurek, av, stargeh û lênêrîna tenduristiyê ne. Hate diyarkirin ku hejmara kesên li hinek deveran hewcedarê alîkariyê ne ji 100 hezarî derbas kiriye. Înîsiyatîfê, ragihand ku zêdetirî 45 hezar kes koçberî herêma Belengê bûne û da zanîn ku hinek kesên bêwar ji ber kêmbûna xurekê, neçar in pelên daran bixwin û demsala baranê şert û mercên jiyanê hêj xirabtir dike.

Di nava jinên ducanî de mirinên dubare tên jiyîn

Înîsiyatîfê, diyar kir ku ji ber hilweşîna xizmetên tenduristiyê, nebûna gihîştina derman û xizmetên zayîna lezgîn û zehmetiya gihîştina navendên tenduristiyê, di nava jinên ducanî de mirinên dubare tên jiyîn.

Banga mudaxeleya lezgîn

Înîsiyatîfa Civaka Sivîl a Nîla Şîn, ji aliyên şer, rayedarên neteweyî, NY’ê, rêxistinên mirovî, Yekîtiya Efrîkayê û civaka navneteweyî re banga mudaxeleya lezgîn kir. Înîsiyatîfê, di banga xwe de ji bo kesên bêwar daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî, parastina sivîlan, vekirina korîdorên mirovî û radestkirina xurek, av, stargeh, derman û lênêrîna tenduristiyê ya lezgîn kir.

Înîsiyatîfê, ji civaka navneteweyî xwest ku gihandina alîkariyan bê asteng û ji bo destwerdana mirovî dabînkirina fînansmana pêwîst misoger bike, rewşa kesên koçber û binpêkirinên li dijî sivîlan belge bike, zexteke cidî li ser aliyên şer bike û piştrast bike ku kesên astengiya parastina sivîlan an jî gihandina alîkariya mirovî dikin, li gorî qanûna navneteweyî berpirsyar bên dîtin.