Nobet dewam dike: Sînor nikarin Kurdan parçe bikin

Gelê Nisêbînê ku ji bo piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Qamişlo nobetê digre, peyama “Sînor nikare Kurdan parçe bike, gotina Rojava gotina me ye” dan û gotin ku ew ê Rojava û destkeftiyên wê biparêzin.

Mêrdîn – Êriş û gefên dewleta Tirk  û çeteyên girêdayî wî dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Çalakiyên nobedê yên li dijî êrişan li ser sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û Pirsûsa Rihayê hatin destpêkirin berdewam dikin.

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya Nisêbînê kete roja 19’an. Tevî baran û hewaya sar jî kesên ku serdana nobedê kirin armanca wan ew e ku hevgirtina bi gelê Rojava re zêde bikin. Tevî astengiya polîsên ku xwestin nobetê asteng bikin jî, jinên hatin qadê bi stran û govendên xwe peyama ku ew ê sînor neterikînin didin.

Jinên beşdarî nobedê bûn, careke din destnîşan kirin ku gelê Kurd her tim li aliyê aştiyê ye û li dijî şer li ber xwe dide. Jinan diyar kirin ku ew di parastina destkeftiyên Kurdan de bi israr in û gotin: "Rojava xeta me ya sor e."

'Sînor nikarin Kurdan parçe bike'

Ji jinên beşdarî nobedê bû Esma Gonûltaş jî bal kişand ser têlên sînor û diyar kir ku sînor nikarin gelê Kurd parçe bike. Esma Gonûltaş anî ziman ku ji malbata wê gelek kes li Rojava dijîn û wiha gotinê xwe domand: “Em bi rojan e ji bo piştgiya gelê Rojava li vir in. Em ji bo şehîdan li vir in. Ji bo gelê Kurd di her qadê de serkeftinê bi dest bixe em li vir in. Em ji bo zarokên xwe û pêşeroja xwe li vir in. Em li vir in û heta dilopek xwîna me bimîne em ê li ber xwe bidin."

Esma Gonûltaş got: "Em ji Rojava ne cuda ne, ne jî Rojava ji me cuda ye" û xwest êrişên li dijî Rojava bi dawî bibin.

'Divê statûya gelê Rojava bê naskirin'

Yek ji jinan Kadriye Akar bal kişand ser êrişên li dijî Kurdan û wiha bertekên xwe anî ser ziman: “Yên dijminatiyê dikin wê bi ser nekevin." Kadriye Akar a ku dixwaze zilma li ser kurdan bi dawî bibe wiha berdewam kir: “Em li cem gel û têkoşîna Rojava ne. Dewleta Tirk gel û statuya Rojava qebûl nake, ji ber vê yekê êrişî gel dike. Heta em hebin em ê destûrê nedin van polîtîka û komkujiyan. Li dijî ziman, statu û mafên gelê Kurd dest bi şer kirin. Ji bo vê her tiştî dikin. Lê em her tim yek in, em li cem gelê Rojava ne."

'Ez bawer dikim ku dê serkeftin ya me be'

Berfîn Şervan, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî di Girtîgeha Îmraliyê de ye û divê demildest azadiya wî ya fizîkî bê dayîn. Berfîn Şervan wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan xwedî hêza rawestandina şer e. Em dixwazin ev şerê qirêj ê li ser Rojava û gelê Kurd bi dawî bibe. Ez bawer dikim ku dê serkeftin ya me be û yê bi ser bikeve jî gelê Kurd be. Divê di zûtirîn demê de ev xwînrijandin û şer raweste. Îro gelê Rojava doza mafê xwe, jiyana xwe ya azad dike. Heya ku gefên li ser Rojava bidome, em ê li vir bi gelê xwe re bêjin ‘Rojava’.

'Em ê Rojava û destkeftiyên wê biparêzin'

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kutlu ku beşdarî nobedê bû got: "Rojava rûmeta me ye." Bêrîvan Kutlu bi bîr xist ku ji bo Rojava bedelên mezin hatine dayîn û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo Rojava çi pêwîst be em ê bikin. Em îro ji bo piştgiriyê bidin gelê Nisêbîn û Rojava hatin vir. Em berxwedana Rojava silav dikin. Em diyar dikin ku em li dijî xeterî û gefên şer li kêleka gel in. Em ê  Rojava û destkeftiyên wê biparêzin."