‘Hişmendiya baviksalar olê ji cewherê wê yê rast dûr xistin’

Ezîza Hiso tekez kir ku bi hişmendiya baviksalar ol ji cewherê xwe hatiye dûrxistin û got: “13 sal in bi pergala neteweya demokratîk tu ol, bawerî û pêkhate nehatine binpêkirin. Di Sûriyeya nû de divê sûd ji pergala Rêveberiya Xweser were girtin.”

RONÎDA HACÎ  

Hesekê – Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn di bin navê Îslamê de gelek politîkayên şaş û qirêj tên meşandin. Ji bo pêşeroja ol û  baweriyan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe ya li Îmraliyê de, pêşniyar kir ku Kongreya Îslama Demokratîk were avakirin. Kongreya Îslama Demokratîk parastina hemû ol û baweriyên ku li ser xaka Mezopotamyayê dijîn dike, armanc ew e li ser bingeha pêşxistina edalet, wekhevî û aştiyê be. Têkildarî vê mijarê û geşedanên ku li Sûriyeyê diqewime endama Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Ezîza Hiso ji ajansa me re axivî.

‘Ol ji bo pêkanîna berjewendiyan tê bikaranîn’

Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Ezîza Hiso tekez kir ku şerê li Rojava tê meşandin berhemên polîtîkên qirêj e û wiha got: “Di civaka xwezayî de jin wek xwedawend dihatin dîtin. Jina xwedawend civakê li ser bingeha wekhevî, edalet û aştiyê birêve dibir. Piştî serdema Sumeran û avakirina çînan, polîtîkên şaş û qirêjî bi pêş ketin. Li Rojava bi derketina çeteyên DAIŞ’ê re ola Îslamê hat bikaranîn, ji ber ku armanc reşkirina Îslamê bû. Qetilkirina ti ol û baweriyan, destdirêjî, talankirin û revandinê qebûl nake. Lewma şerê ku bi navê olê tê meşandin berhema polîtîkayên qirêj in, bi wan dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Feraseta olperest civakan ber bi qirkirinê ve dibe’

Ezîza Hiso destnîşan kir ku zihniyeta olperestî xeteriyek mezin e li ser civakan û wiha pê de çû: “Niha li ser navê îslamê şer tê meşandin û komkujî pêk tên. Li ser vê axê Ereb, Elewî, Suryanî, bi sedsalan e, bi hev re dijîn. Lê niha dixwazin di navbera wan de şerekî bi pêş bixin. Di dema çeteyên DAIŞ’ê de ol û baweriyên din hatin hedefgirtin û niha jî piştî binketina rejîma Beasê em dibînin ku çawa cihên pîroz tên xerabkirin û Elewî tên qetlkirin. Feraseta olperest civakan rastî qirkirin û binpêkirinan tîne. Lewma em vê yekê ji bo Sûriyê xeter dibînin.”

‘Ji bo Sûriyeya azad û demokratîk ji pergala Rêveberiya Xweser sûd were girtin’

Ezîza Hiso di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku pergala Rêveberiya Xweser, serkeftî û mînaka misogeriya azadiyê ye û wiha got: “Ji bo parastina ol û baweriyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, Kongreya Îslama Demokratîk hatiye avakirin. Eger azadî nebe ne mumkin e ku demokrasî jî hebe. Lewma 13 sal in bi Şoreşê, di bin pergala neteweya demokratîk de tu ol, bawerî û pêkhate nehatine binpêkirin. Lê hêzên desthilatdar her dem hewl dan ku bi riya feraseta olperastî êrîşî vê projeyê bikin û komkujiyan li ser gelên cîran pêk bînin. Eger Sûriya nû were avakirin, divê sûd ji pergala Rêveberiya Xweser were girtin.”

Hişmendiya baviksalar olê ji cewherê wê yê rast dûr xistin’

Ezîza Hiso banga aştî, wekhevî û edaletê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di avakirina Sûriyeya nû de ger rola jinan tunebe, dê ne li gorî şaristaniya Sûriyê be. Di dîrokê de li vê axê, jin avakar bûn, di pêşxistina şaristaniyan de pêşeng bûn. Lewma rola wan di avakirina Sûriyê de esas e. Mafên jinan di xwendin, rêvebirin, pêşengî û azadiya mafan de rewa ye. Di serdema Hz. Muhemmed de di qada leşkerî de jin hebûn, ew qad ji bo wan vekirî bû. Hişmendiya baviksalarî û hêzên desthilatdar olê ji cewherê wê yê rast dûr xistin û ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî bikar anîn. Di îslamê de hevgirtin, wekhevî, yekitî û rêzdarî esas e lewma em azadiya jinan û rola wan di avakirina Sûriyeya nû de, bingeh dibînin da ku rengê koletiya li ser Sûriyê hatibû ferzkirin, careke din neyê dubarekirin.”