Rojnamevanên jin: Êriş li dijî hêza jinan e

Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî girtina şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çêdike gotin: “Girtina şirketa Gizingî, ji bo pêşîgirtina xebatên çapemeniya azad û ragihandina xwedî fikrên azad e.”

Silêmanî – Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî girtina şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çêdike daxuyanî dan.

Rojnamevan Sînor Rehman li ser navê rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî girtina şîrketa Gizîngî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çêdike axivî û da zanîn hedefgiritina JIN TV êrişek li ser wekheviya zayendî û hêza jinan e.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Divê niha bi piştevaniya aliyên pêwendîdar hewldan ji bo damezrandina navendeke ji bo bihêzkirina xebatên jinên rojnamevan û profîlek ji bo karekterê rojnamegeriya jinan bihata dayîn. Lê belê em dibînin roj bi roj qada karên çapemeniyê tê tengkirin. Girtina şîrketa Gizing binpêkirina zagona navneteweyî ye. Em dikarin bibêjin, ev yek dibe sedema zêdebûna medyayên megazînî ku roleke wan a xirab li ser civakê û bi taybetî jî li ser jinan heye. Hewl tê dayîn jin weke model bên bikaranîn û ev yek ne rastiya jinên Kurd û civaka Kurd e.

Her wiha hewl didin astengiyan derbixin û pêşî li xebatên çapemeniyê yên jinan bigrin.  

‘Destwerdaneke li dijî jinan e’

JIN TV platformeke ku dengê jinên Kurd bi hêz dike û digihîjîne dinyayê ye. Ji ber wê hedefgirtina JIN TV êrişek rasterast li ser wekheviya zayendî û hêza jinan e. Berovajî wan sozên ku li gorî peymana (Sîdaw) ji bo pêşîgirtina hemû cureyên cûdakariyên li dijî jinan e. Li herêmê destwerdanek heye. Ev biryar li dijî jinan e, li dijî azadî û demokrasiye ye, bi armanca bêdengkirina jinan e. Hewl didin tundiya ku her roj heye neyê vegotin û bi bêdengkirina dengê jinan, pêşî lê bigrin.”