Doza Narîn Guran: Divê Nevzat Bahtiyar jî heman cezayî bigre
Parêzara Baroya Amedê Canan Atabay ku doza Narîn Guran nirxand got ku “Kiryar neyê zanîn jî, di TCK’ê de ev nayê wê maneyê ku ew kes nikare bê cezakirin. Nevzat jî bi qasî kiryarên kuştinê sûcdar e. divê ‘cezayê muebeta girankirî’ bidana wî.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di 21’ê Tebaxa par de li Gundê Çûlî yê girêdayî Navçeya Rezan a Amedê ye, hat îdîakirin ku keçika 8 salî ya bi navê Narîn Guran wenda bûye. Ev bûyer gumanbar hat dîtin û di demeke kin de ket rojeva Kurdan û hemû Tirkiyê. Li ser vê yekê lêgerînên ji bo cenazeyê Narîna biçûk, di 8’ê Îlonê de kîlometreyek û nîv dûrî gund, di Çemê Eğertutmazê de cenazeyê wê hat dîtin. Rûniştina dawî ya doza kuştina Narîn, di 28’ê Kanûnê de pêk hat. Heyeta dadgehê, ji bo bersûcan cezayên giran da. Dayîka Narînê Yuksel, apê wê Salim Guran û birayê wê Enes rastî cezayê giran ê muebetê hatin. Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh cezayê girtinê xwar.
Biryar, piştî du rûniştinan hat dayîn û bi tevahî 6 roj berdewam kir. Di rûniştina dozê de 37 şahid, 4 bersûc û parêzeran mafê axaftinê girtin. Her çiqas 4 bersûc hatibin cezakirin jî, di doza Narînê de hê jî gelek pirsên bê bersiv mane hene. Li aliyê din, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzerên dozê, dan zanîn ku ewê li cezayê ku li Nevzat Bahtiyar hatiye birîn îtîraz bikin. Parêzera Baroya Amedê Canan Atabay ji destpêka roja ku Narîn hatiye wendakirin ve dozê şopand. Canan Atabay, duh û îroyê pêvajoya lêpirsîn û dozê nirxand.
‘Dibe ku gava Narîn dan Nevzat, di ber rih de be’
Canan Atabay, diyar kir ku cezayên ji bo 3 bersûcan hatiye dayîn dicîh de ye lê cezayê ku dane Nevzat Bahtiyar, kêm e. Canan Atabay xala di Yasaya Ceza ya Tirk (TCK) de ku dibêje “Tevlîbûna sûcê bi pêkanîna hevpar” bi bîr xist û wiha got: “Ev kuştin ji aliyê Nevzat ve pêk hat yan na, ev ne pir girîng e. Tê gotin ku Nevzat, piştî ku Narîn hatiye kuştin cenazeyê wê teslîm girtiye. Lê em bi awayê zanistî hê baş nizanin ka Narîn saet tam di çendan de hatiye kuştin. Ya rast, em nizanin ka Narîn gava radestî Nevzat hat kirin mirî bû yan sax bû. Dibe ku dema Narîn radestî Nevzat kirine, hê di ber rih de be jî.”
‘Nevzat jî bi qasî 3 bersûcên din sûcdar e’
Canan Atabay destnîşan kir ku ji bo Nevzat ji “tevlîbûna hevpar” xilas bibe, pêwîst e yan li saziyek tenduristiyê geriyabe yan jî agahî dabe hêzên exlehiyê. Canan Atabay, wiha got: “Dîsa li gor parastina wî, Narîna ku radestî wî kirine girtiye, biriye cihekî ku rasterast bi avê re temas dike û ser wê jî bi keviran girtiye. Lewma jî li vir Nevzat jî herî kêm bi qasî yên ku Narînê kuştine sûcdar e. pêwîst e cezayê muebeta girankirî bidin wî jî.”
Qonaxa lêpirsînê: Bersûcan rê nîşanî hêzên ewlehiyê dan!
Canan anî ziman ku lêpirsîn bi îhmalan destpê kiriye û ji ber van îhmalan gelek delîl hatine tunekirin. Canan diyar kir ku hêzên ewlehiyê di vê pêvajoyê de bi ekîbek pispor re xebata lêgerînê nemeşandine û nizanibûne ku ewê delîl çawa û ji ku bên komkirin. Canan da zanîn ku ji ber vê kêmasiyê gelek tişên di dosyayê de cih negirtine, pirsên di serê mirovan de zêde kirine. Canan têkildarî vê mijarê wiha got: “Em ekîba cendirmeyan nas nakin lê bi qasî ku em di dîmenan de dibînin, ekîp ji kesên gelek ciwan pêk tê. Em dibînin ku ev ekîp têra vê lêpirsînê nake. Yek ji xetayên ku ji destpêkê ve hatine kirin jî, ev lêpirsîn ji aliyê kesên ne pispor ve hat meşandin. Hêzên ewlehiyê pêwîst e digel giliyê wendabûnê jî îhtimala ‘hatiye kuştin’ li ber çav bigirta û di vê çarçovê de delîlan kom bikira. Lê em dibînin ku wiha nekirine. Em dibînin ku kesên di dosyayê de tên darizandin bi xwe jî, di asta lêpirsînê de rê nîşanî hêzên ewlehiyê dane û berê wan dane wan. Em dibînin ku dikarin bi vî awayî bi hêsanî delîlan tune bikin. Lewma jî li vir kêmasiyek mezin heye û delîlên reşkirî yên ji ber van kêmasiyan derketine holê hene. Ji vî alî de lêpirsîn helbet kêm bû.”
‘Nezanîna kiryar nayê wê manê ku ceza nayê dayîn’
Canan Atabay, da zanîn ku di nav rayagiştî de tê xwestin nêrînek wekî ‘nayê zanîn ka Narîn çima û ji aliyê kî/kê ve hatiye qetilkirin, lewma nikarin ceza bidin’ bên afirandin. Canan wiha got: “Kuştina Narîn di Qanûna Ceza ya Tirk de ji xwe bi tena serê xwe rê li ber dayîna cezayê 'kuştina mirovan' vedike. Belê, me bizanibûya ku çima hatiye kuştin, jixwe emê bighîştina kiryar. Lê heta ku hinek dernekevin û lixwe mikur neyên, emê vêya nizanibin. Mixabin taybetiyek dosyayê ya bi vî rengî jî heye.”
‘Ewê li biryara ji bo Nevzat Bahtiyar îtîraz bê kirin’
Canan Atabay, destnîşan kir ku pêwîst e xwedî derketina li dosyayê berdewam bike û wiha got: “Dosyaya Narînê, ji gelek dosyayên din cuda ye. Kiryarên kuştina Narîn, derdora wê ya nêz e. Lewma jî Narîn bêkes e. Di vê pêvajoyê de ‘kesên’ Narînê, civak bû. Baroya Amedê bû. Di vê qonaxê de me got ku divê Nevzat jî wek bersûcên din heman cezayî bistîne û me îtîraz kir. Lewma di vê pêvajoyê de pêwîst e ku civak bi heman bihîstyarî û hûrguliyê xwedî li dosyayê derkeve.”
Banga bihîstyariyê
Canan Atabay, banga bihîstyariyê li hemû derdoran kir û dawiyê jî wiha got: “Kuştina Narîn Guran, versiyonek din a kuştinên jinan e. Pêwîst e ku bi xwedîderketina li vê dosyayê re, li hember kuştinên jin û zarokan helwestek bê nîşandan. Bihîstyariya di vê astê de, pêwîst e di pêşerojê de jî bê navber berdewam bike.”