Navenda Çand û Hunera Mexmûrê konferansa xwe ya 4’emîn lidarxist

Navenda Çand û Hunera wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Huner Lêgerîna Heqîqetê ye’ konferansa xwe ya 4’emîn lidarxist.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 4’emîn konferansa Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) bi dirûşmeya ‘Huner Lêgerîna Heqîqetê ye’ hat lidarxistin. Konferans li Navenda Çand û Hunerê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nudem Yaman axaftina vekirina konferansê kir.

‘Wek gelê Kurd em xwedî çanda herî resen a kevn in’

Nudem Yaman konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em hêvî dikin ev konferans bibe wesîleya ku em bikarbin civakek aştî û demokratîk dinava çanda xwe ya resen de bidin jiyankirin. Gelek şoreş di dîrokê de bi çand û hunera xwe serketine. Di dîroka mirovahiyê de tiştek ku mirov nikare devjê berde û bêyî wê jiyan bike çand e. Wek gelê Kurd jî em xwedî çanda herî resen a kevn in. Hemû jiyana civaka Kurd bi xweza û çanda xwe ava bûye. Wek Mexmûr jî heta roja îro bi çanda xwe ya Kurdbûnê kariye li hember hemu hêzên ji derve têbikoşe.”

Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Piştî xwendina perspektîfê rapora kar û xebatên Navenda Çand û Hunerê hat pêşkêş kirin. Piştî xwendina raporê, rewşa Rêberê Gelê Kurd, rewşa siyasî û kar û xebatên hatine kirin, hatin nirxandin.

Piştî nirxandina kar û xebatan, pêşnûme û biryar hatin xwendin û erêkirinê re hatin derbaskirin. Her wiha peyama Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TJCM) û (TCM) ya ji bo konferansê jî hat xwendin. Herî dawî desteya hilbijartinê dengdan kir û hevberdevkên nû yên Navenda Çand û Hunera Mexmûrê hatin hilbijartin.

Têkildarî lidarxistina konferansê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Serhed Zenura Babat ji ajansa me re axivî.

‘Em ê xebatên xwe hîn xurtir bidin meşandin’

Zenura Babat konferans diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Em tevayî şehîdên di vê oxirê de ked dane bibîrtînin. Heta roja îro endamên çand û hunerê kedek pir mezin dane. Û em dixwazin xwe di aliyê çand û huner de zêdetir bi pêşbixin. Ji ber Rêbertî di nêrînên xwe de destpêkê qala girîngiya çand û hunerê dike. Ji bo wê em ê hewl bidin bibin layiqê keda Rêbertî û Şehîdên xwe. Û em ê xebatên xwe hîn xurtir bimeşînin.”

‘Li hemberî êrşîên ser çanda Kurdî divê em têkoşîna xwe mezin bikin’

Zenura Babat qala êrîşên ser çand û hunerê kir û wiha berdewam kir: “Niha êrîşek taybet li ser çand û hunera Kurdî heye. Dixwazin gelê kurd ji çand, ziman û cil û bergên Kurdî dûr bixin. Dixwazin bênin wê astê ku êdî ji çanda xwe jî şerm bikin. Divê em jî li beramberî vê yekê têkoşînek mezin bimeşînin. Zarokên xwe teşwîqî şoreşê bikin, çanda wan bi wan bidin naskirin. Jixwe zarokên Mexmûrê bi zimanê dayîkê mezin dibin, divê wek dayîk û bav hîn zêdetir wan zarokan fêr bikin û çanda Kurdî bipêşbixin.”