Di êrîşa hewayî de malbatek hate qetilkirin

Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan eşkere kir ku di encama êrîşa Emerîka-Îsraîl ya li bajarê Eywan ya ser bi parêzgeha Îlamê de ji malbatek Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Vê sibehê li bajarê Eywan yê ser bi parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa hewayî ya Emerîka-Îsraîlê de ji malbatek Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyan hîna jî cenazeyên wan ji bin kavilan nehatine derxistin û xebatên ji bo derxistina cenazeyan didome.

Têkildarî êrîşê Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê Tacedîn Salihyan di daxuyaniyekî de ragihand, vê sibehê ji ber êrîşa Îsraîl-Emerîka ya li ser deverek niştecihbûnê ya li bajarê Eywan 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha da diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 6 mehî jî heye û heta niha jî cenazeyên wan di bin kavilan de mane.