‘Nagîhan Akarsel wek Nefertîtî û Kleopatra bû’

Endama Akademiya Jineolojî ya li Rojavayê Kurdistanê Zehrîban Hisên, Nagîhan Akarsel di salvegera çaremîn a nemirbûna wê de bibîr anî û got: "Kesayeta Nagîhan Akarsel wek Nefertîtî û Kleopatra berxwedêr û têkoşer bû."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di 4’ê Cotmeha 2022’an de, nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, bi êrîşeke çekdarî hat hedefgirtin. Tevî ku di ser nemirbûna wê re 4 sal derbas bûye jî, heta niha kujerên Nagîhanê nehatine darizandin û dosyeya wê nehatiye vekirin.

Endama Akademiya Jineolojî li Rojavayê Kurdistanê Zehrîban Hisên a ku her bi rêya online bi Nagîhan Akarsel re di nav pêwendî û xebatan de bû, ji me re behsa xebat, kesayet û jiyana wê kir.

‘Ew li pey ronîkirina dîrok û navên hişmendiya mêr vedişart bû’

Zehrîban Hisên di destpêkê de got ku Nagîhan keda jinan a di nav pêlên dîrokê li ser jinan hatibû veşartin de her ronî dikir û wiha dewam kir: “Hişmendiya mêrê baviksalarî yê ku di dîroka îro de her pêşengî û guhertinên ku jinan di nav pêlên dîrokê de pêk anîne, veşartine, Nagîhan her li pey ronîkirina wan bû. Wê xwest ku ji her kesê/î re bêje, li kuderê dibe bila bibe jinan gelek gavên mezin di nav şoreş û dîrokê de avêtiye û bi keda van jinan em gihîştine roja îro.”

‘Bi çavekî tenê li jiyanê nedinhêrt’

Zehrîban Hisên bi gotina her rû li ken bû kêliyên dîtina xwe ji Nagîhan re bilêv kir û wiha domand: “Tiştekî bi zorê bikira nebû, her tişt bi hezkirin û bawerî dikir. Hevalek wiha bû ku mirov ji hevaltiya wê aciz nedibû, ji ber ku pir kûr bû û bi çavekî tenê li jiyanê nedinhêrt. Bi dîrok, rabirdû û paşeroja mirovan dihirzirî. Derûnî û bûyerên pêre jiya ye, dem û cihê bûyerê lêkolîn dikir û wiha encam dida. Ev ji bo me bû taybeymendiyek ku li ser bûyer û kesekê/î yekser biryar negirin, hemû hûrgulî û ziraviyên wê lêkolîn dikin û wiha dighîjin biryarekê.”

Yek ji têgînên wê yên herî navdar ‘Jinerjî’ ye

Zehrîban Hisên gotinek gelek bi nav û deng bibîr xist û wiha got: “Jinerjî yek ji gotinên herî bi nav û deng yê hevrê Nagîhan e. Çar sal bi navê Rojên Jinerjî yên Nagîhan Akarsel em hevala xwe bibîr tînin. Ji ber ku di baweriya wê de her tişt di gerdûnê de enerjî ye û enerjî jî bi jin ve dabû girêdan û wiha têgîna Jinerjî derxist. Bi wateya enerjiya jinê ku her tişt di gerdûnê de li dora wê tê gerandin, ji ber ku bedena jinê zêdetir dişibe xwezayê. Ji heyvoka mehane, xwîna di bedena me de digere û heta porên ku her roj derdikeve. Ya ku dixwest bi jinan bide bawerkirin jî ev e.”

Keşifkirina jinên bi zimanê çûkan diaxivin

Zehrîban Hisên da xuyakirin ku Nagîhan li Efrînê gundekî ku jinên wê bi zimanê çûkan diaxivin keşif kiriye û wiha pêl da gotina xwe: “Yek ji damezrînerên Jineolojî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê şehîd Nagîhan bû û wê gelek tişt li wir keşif kirin. Kevirek li ber avekê, darekê û li ber gulekê jî dixwest nas bike çawa çêbûye, ji kîjan serdemê ye û dîroka wê binasê. Ji ber ku wê di her kêliyê de wate dida jiyanê. Ji bo pêşxistinê vê zanistê, xwe û jinan her di nav têkoşînê de bû.”

‘Wê hemû sînor û qeyd derbas kiribû’

Zehrîban Hisên da zanîn ku ne tenê Nagîhan gelek pêşengên Kurd yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li cîhanê jî hatin hedef girtin û wiha asta bandorbûna xebat, têkoşîn û projeyên wan bilêv kir: “Gelek pêşengên jin yên ku pêşengtiya guhertina adet û kevneşopiyên civakê yên bi kok kirin, bûn hedef, jê Hevrîn Xelef, Leyla Agirî, Zehra Berkel û gelek jinên din yên navdar. Di gelek kêliyên jiyana me de dema tu ji malbatê, êl û civakê re bêje na û ev na ya te neyê pejirandin, li hember te êrîş tê kirin. Dibe êrîşek fikrî an jî bedenî be. Nagîhan ev sînor bi xwe derbas kiribû, ji lewra hat hedefgirtin.”

Hevrêyên Nagîhan çawa mesaja kuştina wê xwendin?

Zehrîban Hisên bal kişand ser peyama ku kesên ku Nagîhan kuştin dane û wiha got: “Peyama  dijmin ji hedefgirtina Nagîhan heye, ‘ku tu bibî jinek zanistvan û pêşeng wê çarenûsa te heman çarenûs be’. Xwestin tirsekê di me de bidin avakirin ku zêdetirî vê nekin, gavan navêjin, dernekevin û xwe zana nekin. Lê di xwendina me ji dîrokê re, em dibînin her gava jin di şoreşan de serî hildane û xwestine guhertinan çêbikin, hatine hedefgirtin. Me ji wê mesajê ev derxist ku em ê hê zêdetir bixebitin û xewnan bicih bînin.”

‘Jinên di sedsal û dusedsalên pêş de werin jî wê Nagîhan bixwînin’

Zehrîban Hisên balkişnd ser girîngiya xwendin û fêmkirina jiyana Nagîhan Akarsel û got ku ew ê rojekê mereqa xwe binivîsin, da ku jinên li pey wan werin jî dîroka jinên îro bixwînin û ji serkeftin û tecrûbeyên wan tevî mîrasa demdirêj sûd bigrin. Zehrîban wiha dom kir: “Piştî sedsal an dused salên din jî jinên ku wê werin, wê jiyana Nagîhan bixwînin, nas bikin û ji bo wan bibe hêzeke mezin ku ew jî bi vê hêzê jiyana xwe bidomînin û mezintir bibin.”

‘Nagîhan gotibû divê em Jineolojî di deverek tenê de nehêlin’

Zehrîban Hisên gotinek Nagîhan a ku dibêje “Divê em Jineolojî di deverekê de nehêlin” bibîr xist û wiha xewn û xeyalên wê anî ziman: “Her digot; divê jineolojî bibe malê hemû jinên cîhanê, divê her jinek jineolojî bibihîze herî kêm ger ku nexwînin e. Em di wê baweriyê de ne ku wê Jineolojî ji gelek pirsgirêkên civakê re çareseriyan bibîne. Nagîhan dixwest ku her jinek jineolojî bixwîne, da ku çareseriyên demdirêj ji jiyana xwe re bibîne. Her wiha ji bo nifşên li pey me werin jî çareseriyan bibînin da ku bi aramî û azadî bijîn.”

Xewnek wê: Divê navendên Jineolojî li her derê hebin

Zehrîban Hisên amaje bi xewnên hevrêya xwe kir û wiha behsa wan xewn û xeyalên wê kir: “Nagîhan dixwest li her derê navendên Jineolojî hebin, tenê bi cihekî an jî du cihan neyê sînordar kirin. Dixwest ku em herin kur, em li wê derê navendên jineolojî vekin. Da ku ew navend bibe meqseda hemû jinan, bi hev re nêrînan parve bikin, binivîsin, xewn û xeyalên xwe ji hev re bêjin da ku bi hev re bikaribin gavên mezin bavêjin.”

Ji bo pêkanîna xewnên nîvco mayî

Zehrîban Hisên tekezî li ser pêkanîna xewnên Nagîhan yên nîvco mayî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê ji bo vekirina pirtûkxaneyên pirtûkên jin di nav xwe de dihewîne ne tenê li herêmên me, li ser asta giştî Sûriyeyê jî bixebitin û di nav têkoşînekê de bin heta ku jineolojî bibe mala giştî civakê. Gelek jinên wekî Nefertîtî û Kleopatra di nav dîrokê de hene, ji bo min Nagîhan Akarsal jî wisa ye. Ji bo min dîtina wê û xebata pêre di mezinkirina Jineolojiyê de cihê şanaziyê ye. Jiyana bi Nagîhan re ne jiyanek normal bû, jiyanek ku di her kêliya wê de fêrbûn û tecrûbe girtin hebû. Xwezî îro heba û me ev pêre jiyîba. Ji bo tenê jineolojî di herêmên me de nemîne, em ê ji bo pêşxistina wê li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê xebatên xwe dewam bikin.”