Komîteya Jineolojiya Mexmûrê di bîranîna Nagîhan Akarsel de soza şopandina rêya wê da
Komîteya Jinelojî ya wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di salvegera 4’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.
Mexmûr Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyeyê Nagîhan Akarsel, dema li bajarê Silêmanî yê girêdayî Başûrê Kurdistanê xebatê xwe yê Jineolojiyeyê dimeşand, di 4’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşeke çêkdarî de hat qetilkirin.
Nagîhan Akarsel, di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li navenda Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê bi tevlîbûna endamên sazî û şeniyên wargehê hat bi bîr anîn.
Beriya bîranîn destpê bike, ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê dayîkan ve find hatin pêxistin.
Ji bo wate û girîngiya rojê Endama Jineolojî ya Mexmûrê Bêrîvan Benek axivî.
‘Cihê ku jin lê azad e civakek û welatek azad dibe’
Bêrîvan Benek, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku lêgerîna Nagîhan Akarsel her tim li ser zanist û azadiyê bû û wiha pê de çû: “Nagîhan Akarsel jiyana xwe bi pirsekê destpêkiriye ‘Çima?’. Çima jin ewqasî bêdeng bûye û dîroka wê winda bûye. Şehîd Nagîhan bi van pirsan ketiye rê û bi van pirsan li zanist û wekheviyê geriya ye. Bi destpêkirina van pirsan, riya Şehîd Nagîhan li Jineolojiyê ket. Şehîd Nagîhan Akarsel, Jineolojî tenê ne wek zanista jinê wek bingehê jiyanê digirt dest. Dîsa azadiya civakê bi azadiya jinê digirt dest. Cihê ku jin lê azad e civakek û welatek azad e.”
‘Em ê heta dawiyê li pey şopa Şehîd Nagîhan bin’
Bêrîvan Benek, bal kişand ser bingeha jiyana Nagîhan Akarsel û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bingeha jiyana Şehîd Nagîhan de hertim ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Ji bo Şehîd Nagîhan ev ne tenê dirûşmeyek bû, bingeha jiyana wê bû. Pêwîst e ev bibe bingeha jiyana hemû jinan û her jinek ji xwe vê yeke bipirse û wateya jiyana xwe bigere. Dibe Şehîd Nagîhan niha wek fîzîkî di nava me de nîne, bes em ê bi zanista ku ji me re hiştî re xwe perwerde dikin û perwerde didin. Em ê heta dawiyê li pey şopa Şehîd Nagîhan bin.”
Piştî axaftina Bêrîvan Benek, endama Komîteya Jineolojî Mexmûrê Şînda Bulut, helbesta ku li ser Nagîhan Akarsel nivîsî xwend. Herî dawiyê jî sînevîzyona li ser jiyana Nagîhan Akarsel hatiye amade kirin hat temaşe kirin.