511 malbat vedigerin Serêkaniyê

Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê ku tê de 511 malbat hene, ji Kampa Waşokanî ber bi malên xwe yên li gundewarê bajarê Serêkaniyê ve bi rê ketin.

Hesekê – Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê, îro, ji Kampa Waşokanî ve bi rê ket. Di vê karwanê de 511 malbatên ku li Kampê Waşokanî û navendên penaberiyê dijîn hene û ber bi gund û deverên derdora Serêkaniyê ve bi rê ketin.

Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û çetên girêdayî wê ve rastî êrîşeke tund û hov hat. Ji ber şerê dijwar gelê herdu bajaran neçar man ku berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser, da ku bi ewle jiyan bikin. Di ser koçberiya wan re 7 sal derbas bûne. Îro, sêyem karwean berê xwe dide gund û bajarên xwe.

Malbatên ku di vê karwanê de cih digirin, berî dest bi rê bikin, li ber Kampa Waşokanî kom bûn û amadekariyên xwe ji bo vegera li herêmên xwe yên resen kirin. Ev karwan di çarçoveya pêvajoya vegera koçberên Serêkaniyê de karwanê sêyemîn e.

Du karwan berê bi rêketibûn

Karwanê yekem ê vegera koçberên Serêkaniyê di 10’ê Tebaxa 2026’an de dest pê kir. Di wê karwanê de 410 malbat hebûn û berê xwe dan herêmên başûrê Serêkaniyê ve çûn.

Karwanê duyemîn jî di 8’ê Îlona 2026'an de bi rê ket. Di vê karwanê de 689 malbat cih girtin û ber bi gundên li derdora Serêkaniyê, her wiha deverên Til Temir û Zirgênê ve çûn.

Bi karwanê sêyemîn ê îro de, hejmarên malbatên ku di van sê karwanan de ber bi herêmên xwe ve ketine rê, zêdetirî 1 hezar û 600 malbat in.

80 hezar koçber li benda vegerê ne

Li gorî daneyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê, nêzî 14 hezar malbat ku hejmarên wan digihîje nêzîkî 80 hezar kesan, daxwaza vegera herêmên xwe kirine.

Pêvajoya vegerê di demek ku piraniya koçberên Serêkaniyê hîn li kamp û navendên penaberiyê dijîn û li benda şertên ewle û garantiyên ji bo vegera li mal û warên xwe ne berdewam dike.

Vegera koçberên Serêkaniyê yek ji mijarên girîng ên ku di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de hatiye diyarkirin û armanc ew e ku dosyaya koçberiyê bi vegera ewle û bi dilxwazî ya malbatan bê çareserkirin.