Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hate bîranîn
Malbat û hevalên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’emîn salvegera qetilkirina wê de li ser gora wê ew bi bîranîn.
Navenda Nûçeyan – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li bajarê Silemeniyeyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate bibîranîn. Malbata Nagîhan Akarsel, Endamên Jineolojiyê, Komeleya Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê û parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgul Sakî jî tev li bîranînê bûn.
Girsê li mala malbata Nagîhan Akarsel hat ba hev û heta goristanê meşiyan. Dayîka Nagihan Akarsel jî bi sandalyeyê bi teker li pêş girseyê tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyê jî hat ser gorê. Kesên tev li bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Nagîhan Akarsel. Bîranîna li ser goristanê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo hemû cangoriyên azadiyê, dest pê kir.
‘Xwestin pêşiya heqîqetê bigirin’
Piştî rêzgirtinê parlamentera DEM Partî Ozgul Sakî axivî û diyar kir ku Nagîhan Akarsel bi Jineolojiyê heqîqet digihand civakê û wiha got: “Bi qetilkirina Nagîhan re xwestin pêşiya vê heqîqetê bigirin. Lê ew têkoşîn hê didome. Gelek rojnamevanên Çapemeniya Azad gelek şehîd di vê rêyê de dan. Em hemû şehîdan bi bîr tînin û têkoşîna wan rêya me ronî dike.”
‘Em ê li ser rêya şehîdên Çapameniya Azad bimeşin’
Endama MKG’ê rojnamevan Dîren Yurtsever da zanîn ku Nagîhan Akarsel mîrateya têkoşîna heqîqetê ji wan re hiştiye û wiha got: “Em jî soz didin ku em ê hewl bidin layîqî têkoşîna wan bin. Em ê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin.”
Ji malbata manevî ya Nagîhan Akarsel Reyhan Yildirimci jî destnîşan kir ku wê
demekê dirêj bi Nagîhan Akarsel re bi hev re jiyaye û wiha axivî: “Piştî li Silemaniyê hat qetilkirin jî, fikrên wê bi hezaran jinan re bû nexşerê.”
Piştî axaftinê girsê dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” berz kir. Piştre jî beşdarên bîranînê li ser têkoşîn û jiyana Nagîhan Akarsel hestên xwe anîn ziman.
Bernameya bîranînê bi xwendina dûayan bi dawî bû.