Mûnîre Ebûbekir: Sinetkirin êrîşek dijî rûmeta jinan e
Lêkolîner Mûnîre Mihemed ragihand ku di sala 2016’an de, du milyon jin hatine sinnetkirin, salane 400 hezar heta 500 hezar jin li çar aliyê cîhanê tên sinetkirin û got “Ev diyarde piştî hatina Îslamê li Herêma Kurdistanê derketiye holê.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî- Tevî hişyarkirin û hewldanên ji bo pêşîgirtina sinetkirina jinan, ev diyarde hîn jî berbelav e û li hin deverên Başûrê Kurdistanê bi awayek veşarî tê kirin. Li gorî rapora salane ya Rêxistina Hişyarî û Pêşxistina Jin û Zarokan li Iraqê di sala 2025’an de, 77 bûyerên sinetkirina jinan di nav de keçên di bin 10 salî de hene, li başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin. Ji vana 74 bûyer li bajaroka Ranya ya ser bi îdareya Raperînê û 3 bûyer jî li parêzgeha Hewlêrê hatine tomarkirin.
Cezayê sinetkirina jinan giran e
Ev di demekê de li gorî qanûna hejmar 8 a Parlamentoya Hikûmeta başûrê Kurdistanê ya sala 2011’an ku sinetkirin qedexe ye de, pêk hat. Xalên qanûnê wiha ne: Her kesê ku hewl bide jinan sinet bike, dê cezayê pere ku ji yek milyon Dînar kêmtir nebe û ji 5 milyon Dînar zêdetir nebe lê were birîn. Her kesê ku jinan sinet bike an jî beşdarî wê bibe, dê bi cezayê girtîgehê ji şeş mehan kêmtir û ji du salan zêdetir bê cezakirin. Her kesê ku sineta jinan a neserkeftî bike an jî beşdarî wê bibe, dê bi cezayê girtîgehê yê herî kêm salekê û cezayê pere yê herî kêm 5 milyon Dînar û herî zêde 10 milyon dînar bê cezakirin. Barê sûcdar girantir e, ger sûcdar bijîşk, dermansaz, pîrik an jî alîkarên wan be, divê dadgeh ferman bide ku karê wan ji bo sê salan qedexe bike. Her çend qanûn hebe jî, gelek rêxistin û welatî dibêjin ku nayê bicihkirin û nekariye pêşî li sinetkirina jinan bê girtin.
‘Ev pêvajo di nava malan de tê encamdan’
Lêkolîner û şêwirmenda siyasî Mûnîre Ebubekir, têkildarî diyardeya sinetkirinê û zirarên wê yên tenduristiyê û cezayên kesên ku bi dizî keçan sinet dikin, ji ajansa me re axivî.
Mûnîre Ebabekir wiha got: “Sinetkirina jinan tê wateya birîna beşek ji lebetên zayendî yên jinan bi amûrek tûj dibire û piştre didrû. Çar cûreyên şêwazên dirûtinê hene. Ya herî xirab girtina bi temamî û dirûtina vajînaya jinê ye ku di dema mîzkirinê regilê de, zehmetiyan dikşînin û gelek pirsgirêkan dijîn. Ji derveyî wê jî, bandorê li ser pêvajoya zewacê dike. Her wiha gelek qurbanî ji ber xwîniya giran, enfeksiyon û metirsiyê jiyana xwe ji dest dane. Sinetkirina jinan diyardeyek e ku di gelek civakên Îslamî û hin civakên Efrîkî û Asyayê de heye. Dîrokek gelek kevn e, hin dîroknas dibêjin ku ew di serdema fîrewnan de li Misrê derketiye holê. Ev diyarde piştî hatina Îslamê li Herêma Kurdistanê derketiye holê. Ev pêvajo di nava malan de tê encamdan.”
‘Pêvajo zayenda jinan e’
Mûnîre Ebûbekir got ku ev pêvajo xirabûna zayîna jinan e, birîna beşek ji lebetên zayendî ye, sinetkirin êrîşek li dijî rûmeta jinan e û wiha domand: “Lê dapîr û bapîrên kevnar vê yekê ji bo jinan wek nîmetek dihesibandin. Digotin ku rûmetê diparêzin. Di demên berê de dema ku wan ev yek kir da ku hestên cinsî yên jinan ji holê rakin da ku rûmeta malbatê biparêzin ku encamên tenduristî û civakî yên xirab hene. Her çend dîroka sinetkirina jinan nayê zanîn jî, tiştê eşkere ew e ku ew ji feraseta baviksalar tê û dikare bi dîroka darbeyên mêran li dijî civakê, bi taybetî li dijî jinan, wek amûrek ji bo kontrolkirina jinan bê dîtin. Li welatên paşketî de, parastina rûmetê di jinan de kom dikin. Bi perçeyek ne tendurist encam didin, bi kêrek zengar an perçeyek gwîz li traşxenyên taxê digirin û pê jin sinet dikirin. Li gorî cih, ev yek di çend qonaxan de dihat encamdan.”
‘Binpêkirina mafên mirovan e’
Mûnîre Ebûbekir di dewama axaftina xwe de ragihand ku sinetkirina jinan û zarokan zêde ne û dibin sedema bandorên fizîkî û psîkolojîk. Mûnîre derbarê encamên neyînî yên vê kiryarê de jî ev agahî dan: “Her wiha dibin sedema enfeksiyon û veguhestina vîrusê û bakteriyan. Ev bandor dê demek dirêj bidomin, lê di pêşerojê de ew ê bibe sedema dûrketina civakî û şerma ku hûn bedenê xwe wek şerm dibînin. Lê belê, doz ji jinekê bo jinekê tê guhertin. 6’ê Sibatê wekî Roja Navneteweyî ya li dijî Tundiya Sinetê hatiye diyarkirin û tundî bi xwe dikeve çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan û zarokên di temenê ku sinetkirina tê kirin de ne. Sinetkirin ji hefteya yekem a ji dayîkbûnê heta 14 saliyê, carna di navbera 15 û 45 saliyê de jî tê kirin. Ev binpêkirina mafên mirovan û tundiya fizîkî û psîkolojîk a li dijî jinan e.”
‘Gelek rêxistin derbarê zirarên sinetê de hişyariyan belav dikin’
Mûnîre Ebûbekir da zanîn ku di sala 2016’an de, du milyon jin hatine sinnetkirin û salane 400 hezar heta 500 hezar jin li çar aliyê cîhanê tên sinnetkirin û wiha got: “Gelek hişyarî hatine belavkirin ku ev diyarde di aliyê bedenî û psîkolojîk de zirarê dide jinan. Hin jin ji stewr dibin. Her sal, rêxistinên tenduristiyê li çar aliyê cîhanê gelek konferans û semîneran ji bo hişyariyê belav bikin da ku diyardeya sinetkirina jinan ji holê rabe. Yekîtiya Jinan li deverên gundewar û dûr gelek panel, semîner û hişyarkirin li ser zirarên sinetkirina jinan weşandine. Tu metnên olî ya Îslamî sinetkirina jinan ferman nake. Heta di Îslamê de jî, her tiştê ku ji bo tenduristiya bedenî û madî zirardar be, qedexe ye. Li gorî pisporên tenduristiyê, sinetkirin ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve jî zirardar e. Lê di hin civakan de ol wek amûrek ji bo domandin û rewakirina sinetkirinê hatiye bikaranîn.”