Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê kongreya xwe bi hilbijartinan bi dawî kir

Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM yekemîn kongreya xwe bi hilbijartinên meclise bi dawî kir.

Hesekê – Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e" Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vê sibehê dest pê kiribû bi hilbijartinên meclisê bi dawî bû. Kongre li hola Serdem a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di vê kongreyê de 375 jin li hev civiyan û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa jinan û xebatên wan di nava salekê de nîqaş kirin.

 ‘Têkoşîna jinan xwedî mîrasekî dîrokî ye’

Piştî axaftina endama Konseya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, endama koordînasyona Kongar Star Bêrîvan Xalid lidarxistina kongreyê pîroz kir, weke yek ji destkeftiyên pîroz ên şoreşa jinan pênase kir û got: “Bi salan e jinên Kurd têkoşînê dimeşînin, xwe birêxistin kirin û deskeftiyên xwe afirandin. Têkoşîna jinan xwedî mîrasek dîrokî ye ku di demên rejîma Beasê de xebatên xwe bi dizî dimeşandin. Kiryarên li ser jinan, derexlaqî ne. Ji bo wê li hemberî van kiryaran em ê asta têkoşînê bilind bikin û rêxistinbûyîna xwe berfirehtir bikin.”

'Em ê xwedî li fedakariyên pakrewanên xwe derkevin'

Bêrîvan Xalid bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: "Em ê bi rêxistinbûyîna xwe û zanînê xwedî li vê bangê derkevin. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk dê bibe hêz û îrade ji tevahî jinan re.”

Paşê endama Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Cewahêr Osman destnîşan kir ku gav û deskeftiyên ku hatin bidestxistin bi fedakarî û kedek giranbuha çêbûne û wiha got: “Xeta me xeteke bi nirx û pîroz e, bi xwîna şehîdan ava bûye. Destkeftî û rêxistinbûyîna me bi saya wan e. Ji ber vê barê me pir giran e gere em layiqê ked û fedakariya pêşeng û pakrewanan bin.”

 ‘Guhertina hişmendiyê erkekî esasî ye‘

Endama Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê Nûrşan Ferho jî axivî û tekez kir ku armanca meclisê rêxistinbûyîna jinan, yekitî û hevgirtina wan e û wiha got: "Jinan di hemû qadan de roleke girîng lîst ji mamosteyan bigre heya bijîjk, parêzer, kedkar, rewşenbîr, parêzvan û siyasetmedaran her kesê cihê xwe girtin. Jin di civakê de esasê avakirinê ne loma hebûna wan di her qadê de wê bikaribe civakek azad û demokratîk ava bike. Em ê li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd asta xwe ya têkoşîn û rêxistinbûyînê bilind bikin heya tevahî jinan û civakê ji hişmendiya baviksalarî xelas bikin û vegerînin cewherê wan ê rast.”

Di dawiyê de sînevîzyona li ser kar û xebatên salek ên Meclisa Jinan hat pêşkêşkrin û nîqaşên der barê wê de hatin kirin. Kongre bi xwendina sîstema hundirîn a meclisê, hilbijartina logoya meclisê û bi hilbijartina Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê ku ji 50 jinan pêk tê bi dawî bû.

Kongra bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.