‘Feraseta mêr tundiya li dijî jinan wek mafê mêr dibîne’

Ji ber feraseta mêr li Duzxurmatûyê jin rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên. Çalakvana mafên jinan li Duzxurmatûyê Aryen Talib Ehmed diyar kir ku ji bo hişyarkirina jinan xebat dimeşînin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Rewşa jinan li Rojhilata Navîn her ku diçe xirab dibe. Feraseta mêr, bandorê li ser karkirin û jiyana jinan dike. Li gorî herêman rewşa jinan diguhere. Zêdebûna beşên din, Kurdan û çanda Kurdî ber bi tunebûnê ve biriye. Li wê herêmê jin di bin siya mêr de dikare ji bo debara xwe kar bike. Yan li ser pergalek ji bo berdewamiya feraseta mêr dikare waneyên dersê bibîne. Jin nikarin bê hebûna mêr erka siyasî li herêmê bidest bixe. Her wiha jin di temenek biçûk de bêyî dilê xwe tên zewicandin. Çalakvanên jinan li herêmê tevî astengiyan her tim jinan hişyar dikin û ji bo bi destxistina mafên jinan têdikoşin.

‘Li Dizxurmatûyê êrîşên li ser jinan zêde dibe’

Çalakvana mafên jinan li Duzxurmatûyê Aryen Talib Ehmed destnîşan kir ku li herêma Duzxurmatû tundiya li dijî jinê zêde dibe û bi van gotinan behsa pirsgirêk û astengiyên ku jinên Duzxurmatû lê rast tên kir: “Cûdahiya netewî, olî û çandî, jiyana tevahiya jinan asteng dike. Li tevahiya dinyayê jin rastî qetilkirin û êrîşên zayendî tên. Lê belê li Duzxurmatûyê feraseta serdest, tundiyê li jinên normal kiriye. Ew kevneşopiya li herêmê heye, tundiya li dijî jinê rewa dike. Jin li beramberî tudiyê bêdengiyê hildibjêrin. Bandora kevneşopiyên din li ser çanda Kurdî li herêmê reng daye. Dûrxistina jinan a ji aliyê pêkhateyên din ên Duzxurmatû ve, bandorê li ser jinên Kurd jî kiriye. Ji ber hebûna vê ferasetê desthilata mêr li herêmê, tudiya fîzîkî û êrîşa zayendî li dijî jinê wek mafê mêr û zayendên beramber dîtiye. Ev jî bûye sedema bêdengkirina jinan. Ew pergal li herêmê bûye sedema kolekirina jinê. Ew feraseta ku jin li herêmê pê kar dikin, bandorê li ser pêşketina jinê nake.”

‘Jin bi feraseta mêr tên perwerdekirin’

  Aryen Talib Ehmed diyar kir ku ev çend sal in jin ji derveyî malê kar dikin yan jî qonaxên xwendinê bi serkeftî bi dawî dikin, lê belê bandora feraseta mêr û pergala li herêmê, jinan  neçarî xistina nav  qalibek kiriye û wiha got: “Li Duzxurmatûyê jin, jinbûna xwe hîs nakin. Destûr nayê dayîn ku jin wek jinê biryar li ser jiyana xwe û kar bidin. Di aliyê karkirinê de jin li herêmê kar dikin. Lê belê feraseta mêr tenê ji bo debarê destûr dide ku jin kar bike. Piştî dijwariya jiyanê di aliyê aborî de rê didin jinan ku di binê siya mêrek de kar bike. Rê dide jin û jinên ciwan ku bixwînin û belge bigrin. Lê belê li dibistan û peymangehê jin bi feraseta mêrsalarî tên perwerdekirin. Tevlînekirina jinan a li siyasetê, li herêmê dûbarebûna feraseta mêr e.”

‘Jinên Duzxurmatûyê divê jinên herêmê hişyar bikin’

Aryen Talib Ehmed destnîşan kir ku li herêma Duzxurmatûyê jin di temenek biçûk de tên zewicandin û wiha dom kir: “Li herêmê jin di temenê biçûk de tên zewicandin. Zewaca bi darê zorê li herêmê xwe daye der. Ew feraset biryara zewicandina jinan dide. Ger jinek beriya temenê 18 salî nezewice, civak wê rewşê qebûl nake. Jin di bin serdestiyê de di temenek biçûk de bi mêrên bi temen re tên zewicandin. Piştî biryara 188’an a sala 1959’an a Îraqê, zewaca dubare ya jinan a di temenê biçûk de, li herêmê zêde dibe. Çalakvanên jin ev çend sal in li herêmê xebatên azadiya jinan dikin. Lê belê piştî guherîna Zagona Rewşa Kesane, jin dîsa vegeriyane heman rewşa destpêkê. Dadgeh li Îraqê bi feraseta mêr li ser dozên jinan biryar dide. Dema doza qetilkirina jinan diçe dadgehê, yan jin tên sûcdarkirin yan jî dozê digrin û kiryar jî bê ceza tên hiştin. Dadgeh bêyî ku guh bide tenduristiya jinan, rê dide zewaca di temenê biçûk de.”

‘Bi riya panel û semîneran hişyarî

 Aryen Talib Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev çend sal e jin li Duzxurmatûyê hewla hişyarkirina kesan didin. Lê belê astengî zêde dibe. Em jin û çalakvan berdewam hewla ji bo hişyarkirina jinan didin. Divê jin  bê cûdahiya mezhebî, çandî û olî ji bo başkirina rewşa jinan a li herêmê, hemû civakê hişyar bike. Bi riya panel û semînerên ji bo bi destxistina mafê jinan û hişyarkirinê, em xebatan dimeşînin.”