Jinên Ciwan li Qamişlo Komxebatek li darxistin
Bi dirûşmeya “Bi hêz û vîna Jinên Ciwan em ê hemû cureyên tundiyê têk bibin”Komîteya Jinên Ciwan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e Komxebatekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Qamişlo – Komîteya Jinên Ciwan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e Komxebatekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qmişlo li dar xist. Rêveberî û Endamên Jinên Ciwan yên Bakur û Rpjhilatê Sûriyeyê di komxebatê de amade bûn.
Di komxebatê li ser du mijarên bi serenavê “ Hemû cureyên tundiyê û siyaseta qirker yên ku li ser jin tê meşandin” û “Jinên Ciwan yên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e helwest û sekna me wê çawa be li hember tundiya li ser jinê” Nîqaş wê werin kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e Perwîn Yusif got ku berî ruxandina rêjîma Baas gelek cureyên tundiyê li ser jinan pêk dihat ji bo ku cardin ew tundî li ser jinan neyên pêk anîn gelek têkoşîn û berxwedan hat kirin. Pişîtî ruxandina rêjîna Baas û bi hatina Rêveberiya Demkî ya Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ’eya Cîhadîst, li ser desthilatê divê di destûra nû ya Sûriyeyê de jin çawa bikaribin xwe rêxistin bikin û roleke çawa bileyizin. Di vê maf û îradeya jinan di sûriya nû de were naskirin û qebûl kirin. destûrên ku tên nivîsandin gereke em weke jinên ciwan nerîna me di wan destûran de hebe, ji ber ku ew destûr hebûn û pêşeroja me di destûrê de diyar dike.