Êrîşî girtiyên jin kirin

Girtiya bi navê Ronahî Sirdaş ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, da zanîn ku dema ji bo kontrolê dibirin nexweşaneyê rastî êrîşa girtiyên edlî hatine.

 Navenda Nûçeyan – Girtiya bi navê Ronahî Sirdaş ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, duh di telefonê de bi dayika xwe Emîne Sirdaş re axivî û got ku rastî êrîşa girtiyên edlî hatine. 

Ronahî Sirdaş di hevdîtinê de wiha got: “Di 30’ê Nîsanê de 3 hevalên me çûn nexweşxaneyê. Li wir rastî êrîşa girtiyên edlî hatin. Me bi îdareyê re hevdîtin kir û gotin ‘dê di mijara ewlehiyê de kêmasiyek dernekeve.’” Ronahî Sirdaş da zanîn ku di 6’ê Gulanê de jî êrîşeke bi heman rengî lê hatiye kirin û wiha got: “Dema ez û 3 hevalên min ji bo kontrolên rûtîn ên nexweşxaneyê çûn, rasetî êrîşê hatin. Heqaret li me kirin. Girtiyê edlî yê êrîşî hevalên me kir, ji girtiyê din ê edlî jî xwest ku êrîş bike. Li ser vê yekê aloziyek kurt çêbû.” 

 Ronahî Sirdaş got: “Em nizanin ka kî wan sor dike. Lê birêxistinî û plankirî êrîş dikin.”