Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelek li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelek bi sernavê “Dîroka koletiya jinan hê nehatiye nivîsandin û dîroka azadiya wan li benda nivîsandinê ye” li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê panalek li dar xist.

Qamişlo-Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelek bi sernavêDîroka koletiya jinan hê nehatiye nivîsandin û dîroka azadiya wan li benda nivîsandinê ye” li  li navenda PYD`ê ya bajarê Qamişlo, Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, panelek li dar xist. Di panelê de endamên Yekitiya Jinên Suryan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitîya Demokratîk (PYD) hevserokên Kantona Cizîrê û gelek jin amade bûn.  

Panelê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, panêl li ser sê mijaran domiya. Dîroka jinan, tevlibûna jinan a şoreşê û destûra jinan a di hevpeymana civakî de wê çawa bê destgirtin.

Panel bi sê sernavan hat lidarxistin

Panela yekem ji aliyê endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitîya Demokratîk (PYD) Neîma Hesen ve hat birêvebirin û ya duyemîn bi sernavê Dîroka Jinan di Şoreşê de, ji aliyê endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Rohilat Xelîl ve hat birêvebirin. A 3’yemîn jî bi sernavê Destûra Jin di Hevpeyman Civakî de ji aliyê endama Hevserokatiya Meclisa Gel a Kantona Cizîrê Arya Mela Ehmed ve hat birêvebirin.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sureya Mustefa têkildarê lidarxistina panelê ji ajansa me re axivî û got: “Weke Meclisa Jinan a Sûriyeyê îro me panel li dar xist. Me li ser sê mijaran da, meşandin  Dîroka Jin, Tevlibûna Jinan a Şoreşê û Destûra Jinan di Hevpeymana Civakî de vê çawa bê destgirtin. Bi taybetî destkeftiyên heyî dê çawa werin parastin, di Hevpeymana Civakî de. Ji bo tevahiya pêkhateyan, jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin divê çi were kirin? Bi hatina Colanî re ku niha demkî, Sûriyeyê bi reve dibe hebûna jinan nayê pejirandin û nêzikatiya wan li hemberî jinan em ê di destûra nû ya Sûriyeyê de, çawa biparêzin nîqaş dikin.”

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Mihemed jî axivî û got: “Ev panela ku tê lidarxistin ji bo Sûriyeya nû ye, bi taybetî krîza heyî û derbaskirina wê. Berxwedana jinan û şoreşa ku tê meşandin, heta roja îro jin bi çi rengî xwe bi pêş xistiye. Di Hevpeymana Civakî de jin çawa dikarin bi berxwedana xwe, wan mafan mîsoger bikin. Em îro gihîştin asteke ku nabe jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin paşguhkirin. Divê jin êdî tevli kar û xebatên siyasî bibin û cih bigrin.”

Panel bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.