Navenda Metro: Li dijî rojnamegeran 182 binpêkirin hatin jiyîn

Navenda Metro têkildarî rewşa azadiya rojnamevanî ya li Herêma Kurdistanê rapora xwe belav kir. Li gorî raporê, di sala 2024’an de 182 binpêkirin li hemberî 176 rojnamevan û 182 jî li hemberî saziyên çapemeniyê hatine kirin.

Navenda Nûçeyan- Îro li otela Ramada ya Silêmaniyê Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, rapora xwe ya der barê rewşa azadiya rojnamevanî ya sala 2024’an a li Herêma Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê belav kir.

Ji sedî 10 binpêkirin li hemberî jinan hatine kirin

Li gorî raporê di sala borî de 182 binpêkirin li hemberî 174 rojnamevanan û saziyên çapemeniyê hatine kirin. Ji vê rêjeyê jî ji sedî 10’ê wê li hemberî rojnamevanên jin hatine kirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku binpêkirin 27 êriş, lêdan û gef, qetilkirina 3 rojnamevanan bi dronan, 103 car astengî hatiye derxistin, desteserkirinên bêyî biryara dadgehê 24, desteserkirina kelûpelên rojnamevanan 17, êrişên elektronîk 6, şikandina kelûpelên rojnamevanan 2.

Di sala 2023’a de 231 binpêkirin hatine jiyîn

Di rapora Navenda Metro de hatiye diyarkirin ku di sala 2023’yan de 231 binpêkirina li hemberî rojnamevanan hatine kirin, di sala 2024’an de jî 182 binpêkirin pêk hatine, yanî li gorî sala 2023’yan bi rêjeya ji sedî 22 binpêkirin kêm bûne.

Di raporê de behsa êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan hatiye kirin û hatiye gotin ku dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq û deverên din ên Başûrê Kurdistanê  gelek caran rojnamevanên çapemeniya azad hedef girtiye.