Li Îranê di sala 2024’an de 132 Kurd hatin darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di sala 2024’an de li 11 welatiyan û çalakvanên siyasî yên Kurd cezayê darvekirinê hatiye birîn. Her wiha 132 girtiyên Kurd jî hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê der barê amarên sala borî yên cezayên darvekirin û birîna cezayên darvekirinê yên li ser girtiyên Kurd ên di girtîgehên Îranê de raporek belav kir. Li gorî raporê, di sala borî de 11 welatî û çalakvanên siyasî yên Kurd cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Heşt ji wan metirsiya pêkanîna cezayê darvekirinê li ser wan heye.

Her wiha hat diyarkirin ku di sala borî de 132 girtiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin, 132 girtiyên Kurd ên hatine darvekirin, bi tometên cuda yên weke; madeyên hişbir, kuştina bi zanebûn û tevlibûna xwepêşandanên serhildana ‘jin jiyan azadî’ hatine darvekirin.