Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê: Texrîbata li Şirnexê rawestînin
Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê û Şaxa Rihayê ya ÎHD’ê bal kişandin ser çavkaniyên avê û texrîbata li ser ekosîstemê û daxwaz kirin ku karên lêgerîn û derxistina madenê yên lê çavkaniyên avê hene, werin sekinandin.
Navenda Nûçeyan – Komîsyona Ekolojî û Mafê Jiyanê ya Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê têkildarî texrîbata ekolojîk a li Şirnexê civînek çapemeniyê li dar xistin.
Di cîvînê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku li herêmê ev demek dirêj e ji ber projeyên bendavê, xebatên lêgerîn-derxistina madenan û kêmasiya rêveberiya çopan, çavkaniyên avê tên qirêjkirin û xwezayê zirarek mezin dîtiye.
Daxwaza sekinandina xebatên madenê
Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê Serhat Altandag got ku bi taybetî jî mînakên qirêjiyê yên li ser Çemê Hêzilê, Çemê Dîcleyê û Çemê Nerdûşê nîşan dane ku pirsgirêk ne demkî ye berovajî wê avanî ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bidestxistina ava paqij mafekî mirovan ê sereke ye û hate daxwazkirin ku qirêjî ji aliyê heyetên serbixwe ve were lêkolînkirin, derheqê berpirsiyaran de lêpirsîneke zelal were vekirin û birêvebirin, bi awayekî rêk û pêk analîzên avê werin kirin û xebatên madenan yên li ser çavkaniyên avê werin sekinandin.