Bi agahiyên zanistî ber bi projeya çandiniya domdar ve

Ata Berkaouî bi xebata xwe û zêdekirina agahiyên xwe yên zanistî, di qada çandiniya domdar de projeyek pêşketî xist meriyetê û li Qesrînê ji bo jinên din ên ciwan bû mînak.

 ÎXLAS HAMRÛNÎ

 Tûnis – Li herêmên navxweyî yên ku bêkarî û xirabûna jîngehê li wan zêde ye, bi taybet li Qesrînê, di demeke ku din ava zoriyên kêmaniya pêşketinê de ye, bi hewldanên jinên ciwan, agahiyên akademîk, vediguherin projeyên pêşketî yên di asta civakî, jîngeh û aborî de.

Yek ji van ceribandinan jî çîroka Ata Berkaoi ya rêwîtiya wê ya ji rêzên zanîngehê heta ber bi hewldana qada çandiniyê ve ye. Îro ew di vê qadê de mamostehiyê dike, gubreya xwezayî hildiberîne û veberhênanê li rêbazên çandiniya dostê jîngehê dike.

 Rêya akademîk a bingeha vîzyonek zelal ava dike

Ata Berkaouî piştî ku dîplomeya lîsansê di qada biyoteknolojî de girt, lîsansa bilind a rêveberiyê temam kir. sedama tercîha xwe ya perwerdeya pîşeyî û agahiyên zanistî kir yek wiha anî ziman:

“Min her dem bawer dikir ku projeyek serkeftî divê xwe bispêre bingehek zanistî ya sexlem û vîzyona stratejîk- îdarî. Perwerdeya min tenê bi zanîngehê re sînordar nema. Li Navenda Axên Bizerte û navendên perwerdeya çandiniyê beşdarî kursan bûm. Di vê pêvajoyê de, der barê zêdekirina nirxê berhemên çandiniyê, nebatên tibî, tam, damlekirin û teknîkên kar û barên çandiyê de bûn xwedî zanîn. Perwerdeya çandiniyê asoyek fireh ji bo min ava kir. Min ferq kir ku dewlemendiya çandiniyê ya bakûr heta başûrê Tûnisê ye, tevî vê jî ev potansiyel bi qasî pêwist r nehatiye nirxandin.”

Azweriya ku ji perwerdruê hat qadê

Ata Berkaouî divê demê de serdana gelek projeyên çandiniyê yên li qadê kir û rêbazên hilberandina berheman ji nêz be şopand. Wiha behsa azweriya xwe ya ku veguherî baweriyek saxlem: “Li zanîngehê bi rêk û pêk me proje amade dikir û pêşkêşî komîsyonên pispor dikir. Me bandorên aborî jî analîz dikir. Vê jî min ber bi pratîzekirinê ve bir.”

Projeya malbatê ya ku bi vîzyonek hat nûkirin

Ata Berkaouî diyar kir ku proje destpêkê ji derdora malbatê ketiye meriyetê. Bavê wê ji 2008’an ve  heta niha li Qesrîne makîneyên hûrkirina berhemên çandiniyê ji bo bibe êm û gubre hildiberîne û got: “Di destpêkê de fikir asan bû lê belê hem li ser hişmendiya aborî hem jî hawirdorê ava bûbû. Ev xebat xwedî potansiyeleke mezintir bû. Bi saya ceribandinên pîşeyî ji şîrketên biyanî û perwerdeyên zanistî, min biryar da projeyê ji atolyeyek biçûk, veguherînim organîzasyoneke xwedî rêveberî. Armanc ew e ku, teknîkên nûjen bigihîjînim cotkarên herêma hundirîn ên ji navendan dûr. Min ev pirsî. Çima agahî û ceribandinên min bi xebitîna ji bo hinekên din sînordar bibe? Ma em nikarin vê di projeyek ku xizmetê ji herêma me û beşa çandiniyê re bike binirxînin?”   

 ‘Derfetên kar ava dike’

Projeya Ata Berkaouî xwe dispêre nêzîkatiyek hawirdor a domdar ku ji perwerdeya biyoteknolojî îlham digre. Ev nêzikatî ji nûve nirxandina bermehiyên endustriyel û çandînî ku bar li ser hawirdor çêdikir bû û wiha got: “Bermahiyên zeytûnan ên tên avêtin û ziyanê didin jîngehê îro bûne madeya xam a hilberîna êm û gubreya xwezayî. Bi saya makîneyên hûrkirinê, bernameyên alîkariyê, ev bermahî di nava zivrînekek aborî de bûn yek. Ev pêvajo sûdê dide ku hem xak baş bibe, hem jî jîngeh were parastin û debara zêde bi dest bikeve. Her wiha derfetên nû yên kar ava dike. Bi vî awayî em digihîjin hevkêşiya aborî ya zivrînek, hilberîna aborî, parastina jîngehê û pêşketina xwecihî ya domdar.”

 Di qadeke teknîkê de zoriyên jinên veberhêner

Riya ku Ata Berkaouî lê dimeşiya zor bû. Bi taybet di qada çandiniyê de ku weke qadeke  mêran dihat zanîn ji bo jinek meşandina xebatê zor bû. Li ser vê yekê wiha dibêje: “Ez bi guman nêz bûm. Min got gelo ez ê bikaribim van cureyên projeyan birêve bibim. Lê belê ya rast çalakî ye. Dema ez bi bavê xwe re diçûm atolyeyê, hinek muşteriyan nedixwestin bi min re biaxivin û digotin ‘em dixwazin bi bavê te re biaxivin.’ Lê belê bi saya ezim û xebatên min ên li qadê hebûna min qebûl kirin û ez bi ser ketim di nava cotkaran de têkiliya baweriyê ava bikim.”

 Fînansman: Xala werçerxê

 Ata Berkaouî da zanîn ku yek ji zoriyên herî mezin ên projeyê fînansman bû wiha got: “Proje nû bû, ji derveyî ya hat fêrbûn bû. Vê yekê jî îqnakirina fînansoran zortir kir. Xala werçerxê bi girtina fînasnmanê di çarçoveya bernameya ‘Îrade’ ya ji Yekîtiya Ewropayê hat. Ev destek sûdê dide pêşxistin projeyê û girtina ekîpmanên nû. Piştre beşdarî pêşbaziyên herêmî û navneteweyî bûm, peymanên bi enstîtuyên çandiniya bilind û şîrketên ciwan re li pey hev hatin.”

 Bandora li qadê û vîzyona pêşerojê

 Ata Berkaouî destnîşan kir ku proje ji bo hiberandina bi dehan makîneyên hûrkirinê bi taybetî li Qesrîne gelek bi sûd bûye, bi vî awayî cotkaran beriya berhemên wan xirab bibin derfeta nirxandinê dîtine û got: “Di çarçoveya projeyê de, perwerdeya rûbirû û onlîne hatin dayîn. Bi vê perwerdeyê derfet çêbû ku gelek cotkarên jin û mêr dest bi xebatên ku rewşa wan a debarê baştir bike bikin. Hedefa me ew e ku em teknîkên nûjen fêr bikin û bi perwerde nêzî cotkaran bibin, projeyên ku bi derfetên sînordar tên avakirin bixin meriyetê.”

 Peyama ji bo hemû kesan

 Ata Berkaouî di dawî de peyam da jin û ciwanên li herêmên hundirîn dijîn û got: “Her fikir çiqas asan be jî ger îrade û kedek cidî hebe wê veguhere projeyeke serkeftî. Gava herî girîng gava yekem e. Piştî wê bi xwe tê. Astengiyên di riyên ji bo hewldanan de xwezayî ye lê biryardarî zoriyan vediguherîne derfetan.”