Lêkolînera Mexribê: Ji bo pêşketinê divê jin tevlî plankirina hawirdorê bibin

Endama Çavdêriya Peymana Hawirdorê û Guherîna Avhewayê ya NY ya Mexribê û seroka Navenda Pêşvebirina Herêma Tensiftê Leyla Mandî got: “Divê rêveberiyek ku jin di pêvajoyên plankirin, pêkanîn û şopandinê de tevlî bibin hebe.”

RECAA XEYRET

Mexrib – Navenda pêşvebirina herêma Tensiftê, ji bo pêşxistina amûrên pratîk dixebite, di serê van de jî ‘dibistana avahewayê ya ji bo jinan’ tê. Ev hewldan, hewl dide jinan di mijara guherîna avhewa û ewlehiya avê de perwerde bike û teknîkên rêbaza tasarufa av û avdaniyê fêr bike, jinan di nava gund û kooperatîfan de aktîf bike.

Endama Çavdêriya Peymana Hawirdorê û Guherîna Avhewayê ya NY’ê ya Mexribê û seroka Navenda Pêşvebirina Herêma Tensift Leyla Mandî diyar kir ku li Mexribê hîşkesalî, çolbûn û guherîna avhewayê bi taybetî bandorê li jinên qadên gundewar dijîn dike. Ji ber ku jin di nava malbat û civakê de, di navenda rêveberiya av, xwarin û enerjiyê de cih digrin û got: “Kêmbûna çavkaniyên avê, bi xirabbûna axê re, barê jinan ê pêkanîna ewlehiya av û xwarinê zêde kiriye, dema wan a ku ji bo fêrbûn û xebatên aborî veqetînin kêm bûye, bandorê li çandinî û bidestxistina berheman kiriye. Lê belê jin ne tenê mexdûr in, di heman demê de der barê çavkaniyan de xwedî agahiyên xwecihî yên kûr in. Beşdariya jinan a di hawirdor û planan de neçarî ye. Jin beşdarî komîteyên av û axê bûne, derfeta xwegihandina projeyên hawirdorê ku debara wê heye daye, der barê teknîkên tesarufa avê, avdayîna domdar û enerjiya ku were nûkirin de tên perwerdekirin û dikarin çareseriyên pratîk hilberînin.”

Beşdarkirina jinan a polîtîkayên hawirdorê

Leyla Mandî beşdarkirina jinan a diyarkirina pirsgirêkên hawirdorê û riyên çareseriyê girt dest û diyar kir ku ev ne tenê pirsgirêka temsîlê ye, rasterast bandorê li kalîteya jiyana jinan, bi taybetî li herêmên gundewar dike û got: “Dema jin beşdarî pênasekirina pirsgirêkên hewirdorê neyê kirin, wê rastiyên rojane werin paşguhkirin. Jin beşa herî zêde di nava çavkaniyên xwezayî yên wek av, enerjî, xwarin û xakê de ne. Mînak Mexribê, daneyên Komîseriya Palankirina Bilind, nîşan dide ku di qadên gundewar de jin rojane di navbera 2-4 saetan de ji bo avê çandina dar û çavkaniyên xwezayî û karê malê xerc dikin. Dema polîtîka van deman li ber çav negirin werin amadekirin, çareseriyên tên pêşniyarkirin gelemperî ne guncaw û adil in.”

Leyla Mandî destnîşan kir ku dûrxistina jinan şikestina aborî zêde kiriye û got: “Jin bi xebatên girêdayî hawirdorê, mînak bi çandinî, xwedîkirina lawiran û komkirina berhemên daristanan debara xwe pêk tînin. Dema beşdarî pêvajoyên biryargirtinê nayên kirin, ev xebat bi awayekî domdarî neyê destekkirin, ev jî bandora neyênî li debar û ewlehiya xwarinê dike.”

 

‘Rêjeya keçên dest ji dibistanê berdidin ji ya kuran zêdetir e’

Leyla Mandî wiha domand: “Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, li gelemperî dinyayê jin di hêza kar a çandiniyê de nêzî ji sedî 43’ê pêk tê. Li Mexribê jin, beşek girîng a karên çandiniyê bê pere dikin lê belê ji bernameyên wekhev ên avhewayê bi awayekî wekhev sûdê nagirin.

Bandorên dûrxistina jinan di qadên tenduristî û perwerdeyê de jî diteyîse. Xelaya avê û xirabûna hawirdorê, xetereya ku jin rastî nexweşiyên çavkaniya xwe ji ava vexwarinê digrin zêdetir dike. Di heman demê de, dema ku zarokên keç di anîna avê û karên malê de xerc dikin, nikarin dibistanê bidomînin. Lêkolîn nîşan dide ku di malbatên km. zêdetir ji  çavkaniyên avê dûr dijîn de, rêjeya devjêberdana zarokên keç a dibistanê li gorî kuran gelek zêdetir e.”

Leyla Mandî îfade kir ku di asta psîkolojîk û civakî de, dema polîtîkayên hawirdorê tunebin jin xwe dûrxistî hîs dikin û baweriya wan bi saziyan namîne, ev rewş kapasîteya guncawbûna şokên avahewayê yên weke hişkesalî û lehiyê kêm dike. Her wiha anî ziman ku pêwistiya jinan tenê bi xizmetê nîn e, di heman demê de divê di rêbazên çavkaniyê de û weke pisporên xwecihî rola wan bê nasîn.

Jin û hawirdor

Leyla Mandî destnîşan kir ku gelek xebatên navneteweyî nîşan didin ku malên jin rêveber in li gorî malên ku rêveberên wan mêr in, gelek kêmtir e. Sedema vê jî cudabûna di fêrbûna gihandin û hilberandinê de ye. Mînak jin hilgirtin û meşê zêdetir tercîh dikin, li malê kêmtir enerjî xerc dikin, av û xwarinê bi teseruftir bi kar tînin, îsrafê kêm dikin û got: “Têkiliya jinan a bi hawirdorê re, ne tenê di nêzikatiyê de ye, çavkaniya xwe ji erk û debarê digrin. Li herêmên gundewar ên Mexribê jin, di xebatên girîng ên rêveberina aboriya malê de weke çandinî, av, dar û komkirina tovên xwecihî de rolên girîng dilîzin. Ev rewş têkiliya jinan a bi çavkaniyên xwezayî yên rojane re rasteraste çêdike. Wisa dike ku bandorên xela û guherîna avhewayê baştir bişopînin.”

‘Jin aktorên bingehîn ên vegera ekolojîk in’

Leyla Mandî diyar kir ku ‘jin sermayeya hawirdorê’ rast bi kar tînin, di vegera ekolojîk de ne tenê aktor in li aliye, hêza bingehîn in û ev jî bi riya aboriya kesk, hewldanên hawirdor û perwerdeya avhewayê ya di nava malbat û civakê de gengaz dike û got: “Di mijara ewlehiya avê de, li Mexribê li dijî krîza gihandina avê de gavên girîng hatine avêtin. Yek ji van jî Stratejiya Ava Neteweyî ya 2030’an e. Her çendî ev stratejî xwegihandina ava vexwarinê baş bike jî hevsengiya di navbera qadên bajar û gundewar de pêk neanî. Qadên gundewar ji bo pêlên avhewayê û kêmbûna çavkaniyan vekirî ye û ev rewş bandorê li kalîteya jiyana jinên li gundan dike. Di asta netweyî de, gihandina ava vexwarinê ya herêmên gundewar, ji sedî 96 zêdetir kiribe jî ev hejmar newekheviya mekanî vedişêre. Gelek jinên gundewar hê bi awayekî rojane ji bo temînata avê neçar dimînin mesafeyên dirêj xerc bikin, bi taybetî di salên ku hişkesalî li pey hev tên de. Sedema vê jî polîtîkayên avê ku balê dikşînin ser çareseriyê di asta jor de, bi qasî pêwist negirtina dest a zoriyên ku jin li herêmên gund, çiya û şikestî de dijîn.”

Zoriyên mezin

Leyla Mandî amaje bi wê yekê kir ku polîtîkayên heyî, gelemperî di asta neteweyî de bi mantiqa yek tîp hatine amadekirin, jixwe jin li gorî herêmên lê ne şertên hawirdorê yên bi temamî cuda dijîn û got: “Jinên herêmên gundewar ku stresa avê dijîn, bi jinên ku li herêmên perav û bajaran dijin rastî heman zoriyan nayên. Gelek caran di çarçoveyek de tên destgirtin û vê cudabûnê nateyîsîne. Di vê xalê de, ji bo jinan girîngiya pêkanîna edaleta avhewayê derdixe holê. Heta îro gelek deman, beşdarkirina jinan di asta bazarî û sembolîk de maye, tenê bi hikûm û projeyên mînak sînordar maye, bi polîtîkayên avhewa, av, çandinî, perwerde û tenduristiyê, têkiliyeke rast nehatiye avakirin. Ji ber vê, bandora wê li ser jiyana jinan a li herêmên şikestî sînordar dimîne.”

Gihandina jinan a çavkanî û xakê

Leyla Mandî ji bo derbasbûna edaleta avhewaya rast, girîngîdayîna nêzîkatiyek xwecihî ku şertên taybet ji bo qadên ku derfet kêm in û cudahiyên herêmî pêşniyar kir û got: “Ev nêzîkatî divê polîtîkayên avhewayê, bi edaleta civakî û aborî re bibe yeke, jin bi taybetî li herêmên gundewar, beşdarî pêvajoyên pênasekirin, plankirin û di navbera rastiya xwecihî û polîtîkayên neteweyî yên civaka sivîl de roleke baş bilîze digre nava xwe.”

Leyla Mandî anî ziman ku jin û civaka sivîl di rêveberiya ava xwecihî, beşdariya pêvajoyên rêveberiyê de pêwist e û got: “Ji ber çareseriyê teknîkî têrê nake. Divê derbasî rêveberiyek ku jin di pêvajoyên plankirin, pêkanîn û şopandina hawirdorê de rola rast bilîzin bibin.”