‘Manîfestoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ deriyek ber bi aştiyê ve ye’
Jinên Ereb ên li kantona Firatê herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojihilatê Sûriyeyê diyar kirin ku manîfestoya “Aştî û civaka demokratîk” bingeha avakirina jiyana azad û demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk e.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê —Jinên Ereb ên li kantona Firate ya giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û çêbûna aştiyê li herêmê, li ser manifestoya aştî û civaka demokratîk a ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin perwerdeyên bîrdozî dibînin.
Kongra Star a li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomîne, bi armanca avakirina civakek adil, wekhev a li ser esasê azadî û demokrasiyê, xebatên xwe yên ji bo mezinkirina rola jin û ciwanan didomîne. Di çarçoveya xebatan de parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin, perwerdeyên bîrdozî tên dayîn û analîz li ser wan tên kirin.
Perwerde bingeha pêşketinê ye
Piştî banga dîrokî ya di 27’ê Sibata 2024’an de hat kirin, Abdullah Ocalan ji bo bidawîbûna şer û pevçûnan û merheleya ji şer bi aştî û demokrasiyê ve, pêk were manifestoya “Aştî û civaka demokratîk” weşand.
Li ser vê esasê li bajarê Kobanê yê girêdayî Kantona Firatê, li Akademiya Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star, 1’ê Kanûnê dewreya perwerdeyê ya 31 kes beşdar bûn dest pê kir. Di perwerdeyê de li ser girîngî û wateya perwerde, çand û exlaq, şerê taybet û dîroka Kurdistanê, rastiya rêbertiyê û zanista jinan jineolojiyê hat rawestîn. Her wiha der barê dîroka Sûriyeyê, jiyana azad û wekhev a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, edaleta civakî, şerê gel û hevpeymana civakî de wane hatin dayîn.
Di deh rojên dawî de jî manifestoya Aştî û civaka demokratîk hatiye xwendin û nîqaşkirin.
Banga ji bo aştiyê
Endama Şarderiya Eyn Îsa Ruqiye el Mewawîş li ser girîngiya perwerdeya bîrdozî ya ji bo jinan û manifestoya aştî û civaka demokratîk wiha got: “Perwerde ji bo jinan pir girîng e lewre bi perwerdeyên bi mafên xwe dizanin û daxwaz dikin. Jin bi saya ramanên rêber Abdullah Ocalan gihîştin vê astê. Felsefeya wî pir kûr e; li tevahiya cîhanê û bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn, ji bo aştiyê di lêgerînê de ye.”
Ruqiye el-Mehawîş bal kişand ku di pêvajoya heyî de gel ji ber şeran bedelên giran didin û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn pêdiviya wan bi ramanên wiha heye. Manîfestoya rêber Abdullah Ocalan dê aştî, edalet û demokrasiyê belav bike. Tenê yê ku aştiyê diparêze rêber Abdullah Ocalan e lê hê jî li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Ji bo ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike divê ji aliyê fizîkî ve azad bibe.”
Rukiye el-Mehawîş diyar kir ku bi manîfestoyê rêgezên aştiyê gihîştine hev û nirxên demokrastiyê hatine bihêzkirin da zanîn ku perwerdeyên di vê mijarê de, ji aliyê bihêzkirina edalet û wekheviyê ve gavên sereke ne. Her wiha got ku Abdullah Ocalan bi ramanên xwe hewl dide şer û pevçûnan bi dawî bike û berê civakê bide hêvî, aştî û demokrasiyê.”
‘Em ê bi perwerdeyê civakek demokratîk ava bikin’
Hevşaredara Remale ya girêdayî bajarê Sirînê Semîra Muhammed jî diyar kir ku bi armanca pêşxistina xwe û kesayetiya xwe tevlî perwerdeyê bûye. Semîra Muhammed bi taybetî bang li jinên hevgirtiyen Ereb kir diyar kir ku divê tevlî perwerdeyên bîrdozî bibin, got ku bi saya van perwerdeyan jinan xwe, derdora xwe û civakên xwe nas kirine, bi vê awayê dikaribûne bi ferazeta baviksalar re têbikoşin. Semîra Muhammed diyar kir ku perwerdeyên ku nêzî mehek didomin, pir girînig in û wiha got: “Waneyên li ser dîrok û rastiya jinan pir girîng in. Beriya perwerdeyê û piştî perwrdeyê bi jinan re guherîn çêbûn. Bi taybetî piştî xwendina parêznameyên rêber Abdullah Ocalan, dibin xwedî îradeyek mezin û dikarin li dijî feraseta baviksalar bisekinin.”
‘Manîfesto xala werçerxeke dîrokî ye’
Endama komîteya tertîbê ya Şaredariya Sirînê, Kalthum Hoşan jî diyar kir ku cara yekem tevlî vê perwerdeyê bûye, der barê pirsgirêka dîroka jinan û dîroka Kurdistanê de, meseleya Kurd û Şoreşa 19’ê Tîrmehê de gelek waneyan dîtiye. Kalthum Hoşan diyar kir ku bi saya van perwerdeyan di raman û kesayetiya wê de guherîn çêbûne, da zanîn ku piştî perwerdeyê ew dikare nêrînên xwe bi hêsanî bîne ziman û di warê avakirina civakê de bûye xwedî motîvasyoneke bihêz.
Kalthum Hoşan, bal kişand ku ger raman û projeya rêber Abdullah Ocalan, bi vê manîfestoyê re were pêkanîn, dê cîhan û Rojhilata Navîn ji nava pevçûna rizgar bibin û wiha gi dawî kir: “Di vê merheleyê de perwerdeyên bi ramanên Abdullah Ocalan tên dayîn, ji bo avakirina civakek demokratîk û Sûriyeya demokratîk a ku hemû hevgirtiyan bigre nava xwe gelek girîng e.”