Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî Leyla Zana şermezar kir

Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê, bi tundî êrişa û sivkatiya faşîstên Tirkiye ya li ser jina siyasetmedar ya Kurd Leyla Zana şermezar kir û got: “Divê jiyan û rûmeta jinên çalakvan û siyasetmedaran bên parastin.”

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî heqareta zayendperestî ya li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana peyameke ya piştevaniyê belav kir.

Di peyamê de hate ragihandin ku bikaranîna êrîşên wiha tê wateya têkdana zimanê aştî û bi hev re jiyanê ya gelan.

Platformê, daxwaz ji aliyên siyasî, sazî û Parlamentoyê kir ku bi rêyên hiqûqî pêşiyavan kiryarên şovensît bigirin û ev hate gotin: “Divê jiyan û rûmeta jinên çalakvan û siyasetmedaran bê parastin û rastî êrîşên kesên bê exlaq neyên.”