Fermandar Berfîn Nûrhaq li Şengalê hat bibîr anîn

Li Şengalê bi merasîmekî Şehîd Berfîn Nûrhaq, Medya Egîd û Ala Hêvî bi merasîmek hatin bibîranîn.

Şengal – Bi amadekariya malbatên şehîda yê Şengalê Berfîn Nûrhaq û rêhevalên wê Medya Egîd û Ala Hêvî hatin bibîranîn.  

Merasîm li şehîdgeha Şehîd Berxwedan hat lidarxistin. Di destpêka biranînê de ji bo giyana tevahî şehîdên tekoşîna azadiya jin yek deqe rêz hat girtin. Dûv re jî  ji bo biranîna Şehîd Berfîn Nûrhaq û hevalên wê destpêkê fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî û di şexsê Şehîd Berfîn de hemû şehîdên tekoşîna azadiya jin bibîranî.

Viyan Hebabî wiha axivî: “Ji bo xwedî derketina fermandara me em wek jinên Êzidî hemû tekoşerên ku li Şengalê ked dane û gihîştine asta şahadetê bibîr tînim. Heya niha her kesekî ji bo berjewendiyê xwe nêzî civaka me ya Êzidî bûye. Lê bi hatina şagirtê Rêber Apo yê di êrîşên 2014 şûnve me wek civaka Êzidî dît ku wan kesayetên bi nirx xwedî li civaka me û jinên me yê Êzidî derketin û wan parastin. Em soz didin ku ew mamosteyên me bûn û ji vir şûnve jî her mamostê me ne ku me fêrî xwe parastinê kirin wek jinên Êzidî.”

‘Fermandar Berfîn Nûrhaq Mamosteya Jinên Êzidî bû’

Paşê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Êlyas mafê axaftinê girt û hemû şehîda bibîranî û got: “Wan egîd û merxasan nehiştin ku çand û baweriya civaka Êzidî winda bibe. Heval Berfîn bû sembola tekoşîna me jinên Êzidî di heman demê de heval Berfîn bû navê xwe parastina jinên Êzidî û mamostetî ji jinên Êzidî re kirin. Wan şehîdan di Şengalê de berxwedanek bêhempa dan meşandin. Ew zarokên vê axê ne ku berdel  di ber vê axê de dan. Ez dûbare Heval Berfîn û hemû rêhevalên wê bibîrtînim.”

‘Wan Şehîdan kedek bêeman di ber Şengalê de dan’

Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Pakîz Celal mafê axaftinê girt û Şehîd Berfîn û rêhevalên wê bibîranî û got: “Em wek dayîkê şehîda nabêjin van şehîda ji bakûr, başûr an jî cihek cûda hatine vir. Em wan jî wek zarokên xwe, zarokên vê axê dibînin û tu carî em wan ji bîr nakin. Wan şehîda kedek mezin li ber Şengala pîroz de dan. Wan jinên êzidî parastin û hiştin ku em wek civaka êzidî îro di nav xweşiyê de bijîn. Dûbare ez wan şehîda bibîrtînim û bejna xwe li beranber wan ditewînim.”

Di dawiya bibîranînê de ji bo Şehîd Berfîn Nûrhaq sînevîzyon hat temaşe kirin. Bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” merasîm bidawî bû.