Manahel El Utaybî ya ji Erebistana Siûdî du meh in winda ye
Rêxistan Efuya Navneteweyî bang li Rayedarên Siûdî kirin ku aqûbeta Manahel El Utaybî ya ku li Erebistana Siûdî parastina mafên jinan kiriye û ji ber eba li xwe nekir 11 sal cezayê girtîgehê lê birîn û ev 2 meh in winda ye eşkere bikin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250215-otaibi-webpd9d0e8-image-jpg474fd4-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Ji Manahel El Utaybe ya 30 salî ya li Erebistana Sûdî parazvana mafên jinan bû ji ber eba li xwe nekir mehkumî 11 sal cezayê girtîgehê hatibû kirin, 2 meh in tu agahî nayê girtin.
Mamosteya werzîşê Manahel El Utaybî di di encama danişîna girtî ku di 9’ê Çileyê de li dadgeha Cezayê Taybet hat ditîn de, mehkumî 11 sal cezayê grtîgehê bû. Banga Manahel di medyaya dijîtal de ji bo dawî li pergala mêr a li Erebistana Sûdî were anîn, parvekirina dîmenên ku bi cilên gotinên; ‘derexlaqî’ û ‘bêyî eba li xwe bike li maxezeyan geriyaye’ hatibû sûcdarkirin.
Manahel El Utaybî axaftina herî dawî ya bi telefonê ji malbata xwe re di 15’ê Kanûna 2024’an de kiribû. Ji wê dîrokê ve heta niha malbata wê bi caran bi rayedarên girtîgehê û Komîsyona Mafên Mirovan a Erebistana Siûdî re hevdîtin kirin û xwestin ji keça xwe agahî bigrin lê belê daxwazên wan bê bersiv ma.
Ji kampanyaya Rêxistina Efuya navneteweyî ya Rojhilata Navîn Bîssan Fakih got: “Fikarên der barê ewlehiya Manahel de di nava du mehan de bi lez zêde bûye. Divê rayedarên Siûdî ragihînin ku li ku tê girtin, bêyî astengî malbat bikaribe xwe bigihîjîne û ev mehkûmiyeta bê maf were xirakirin.”
Berê jî bi zorê hatibû windakirin
Manahel berê jî di navbera 5’ê Mijdara 2023’an û 14’ê Nîsana 2024’an de pênc mehan bi zorê hatibû windakirin. Di meha Tebaxa 2024’an de mehekê bêyî bi kesê re hevdîtin bike hat tecrîdkirin û di nava vê demê de rastî îşkence û muameleya xirab hat. Dema ku careke din bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku ji aliyê girtiyên din û gardiyanan ve rastî tundiya fîzîkî hatiye û di hucreyê de hatiye girtin.
Malbata wê: Em ji ji ber ewlehiya jiyana wê wê bi fikar in
Xwîşka Manahel El Utaybî Fevziye El Utaybî ev tişt got: “Malbata min kabûsek dijî. Ji ber tiştên hatiye serê Manahel em di di nava tirs û xofê de ne. Ji me re tê gotin ku rastî îşkence, tacîza zayendî, di girtina di hucreyan de bi mehan, muameleya xirab, îhmala tibî tê û hemû ev binpêkirin di demên ku bi temamî ji cîhana ji derve re hatin dûrxistin pêk hatine. Her cara ku têkiliya me ji Manahel tê birîn, em malbat ji ewlehiya wê bi fikar dibin û ditirsin. Mixabin tu saziyek fermî ya li welat bi me re eleqedar nabe.”
Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene
Manahela ku nexweşiya wê ya kronîk a norolojîk heye, hat teşxîskirin ku multipl sklerzo (MS) pê re heye û li gorî malbata wê ev ne nexweşî, piştî ku bû şahida girtina xwîşka xwe Meryem El Utaybî bi pêş ketiye.
Fevziye El Utaybî jî weke xwîşka xwe Manahel tê sûcdarkirin lê belê piştî ku di sala 2022’an de ji bo lêpirsînê gazî wê kirin, bi tisa were girtin ji Erebistana Siûdî reviya.
Ji Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî bang
Kampanyavanê Rêxistina Efuya navneteweyî ya Rojhilata Navîn Bîssan Fakih ev tişt got: “Divê Rayedarên Siûdî, Manahel El Utaybî û hemû kesên tenê ji ber mafên mirovî bi kar aniye, bi kêfî û bê maf tên girtin demildest û bê şert berde. Heta ku Manahel were berdan divê rayedar ragihînin ka wê li ku derê digrin divê ewlehiya wê hebe û were dermankirin.”