Jinên Şengalê: Azadiya civakê bê azadiya Rêber Apo ne pêkan e
Bi hezaran kes li Şengalê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh meşiyan û diyar kirin ku azadiya civakê bê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pêkan e.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-15-02-2025-nerIna-mesa-singal-jpgbf7261-image.jpg)
Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hezaran kes duh li navenda bajarê Şengalê bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Beşdaran diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan berdewam bikin.
‘Bi yekitiyê em ê azad bibin’
Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Rêmo axivî û da zanîn ku komplo vala hatiye derxistin û wiha got: “Îro ji civaka Êzidî her kes li navenda Şengalê kom bûye û bi meşek komployê şermezar dike. Gotin ku wê Rêber Apo daxuyaniyek bide, vê yekê jî coşa gel mezin kir û her kes bi wî ruhî, ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind dike. Rêbertiya me 26 salan di nava zindanê de berxwedaniyek mezin raber kir û dijmin vala derxist. Îro em li vir kom bûne, doza azadiyê dikin, ne tenê divê tecrîd bişke divê dîwarên Îmraliyê nemînin. Çi bikeve ser milên me em ê ji bo serokê xwe bikin. Em jinên berxwedêr ku şahidên 74 fermanan in em ê piştevaniya serokê xwe bikin.”
Şemê Remo di dawiyê de hestên xwe yên der barê derketina dîmenê Rêberê Gelê Kurd de anî ziman û wiha got: “Agahiya herî xweş ew bû ku wê deng û dîmenê Rêber Apo derkeve. Xweşiya herî mezin ew e, ji kêfan baskên me çêdibin. Em ê ji bo dîtina Serok canê xwe feda bikin û çi ji destên me were em ê bikin.”
‘Em li hêviya dîtina Serokê xwe ne’
Endama meclisa jinan a Serdeşta Şengalê Berfê Feqîr jî ji me re axivî û diyar kir ku ew ê her dem bi fikrên azad xwe birêxistin bikin û wiha got: “Civaka me ya Êzidî li vir kom bûne û em azadiya wî ya fizîkî dixwazin. Agahiya ku em ê dîmenê Rêber Apo bibînin dilê me xweş kir û hêza me zêde kir. Divê her kes ji bo serok Apo rabe. Civaka Êzidî bi Rêber Apo re ye, em dixwazin hemû kes serî rakin. 26 salin serokê me di nava çar dîwaran de ye. Di fermanê de yên ku em xilas kirin şagirdên Rêber Apo bûn. Em bi fikr û ramanên Rêber Apo xwe diparêzin, birêxistin dikin. Em heya dawiyê piştevaniya serokê xwe dikin, em ê her dem li ser lingan bin. Niha jî em li hêviya dîtina dîmenên Rêberê xwe ne.”