Şêniyên Mexmûrê li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê meşiyan
Şêniyên Wargeha Mexmûrê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan û gotin: “Em ê bi şerê gelê şoreşgerî komplo têk bibin û bigihîjin serkeftinê. Em ê rojên reş ên dîrokê, vegerînin rojên azadiya gelan."
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-img-2140-jpg1180a7-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komployek navnetewî de hat girtin û 26 sal in di bin tecrîdeke girankirî de li greva Îmraliyê tê ragirtin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehît Rustem Cûdî Mexmûrê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meşek girseyî li darxistin.
Ji 7 salî heta 70 salî şêniyên wargehê beşdarî meşê bûn. Di meşa ku li ber deriyê saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên binivîsa ‘Bi Şerê Gelê Şoreşgerî Komplo Têk Diçe û Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo Misoger Dibe” hatin hilgirtin û bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin. Meş heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir.
Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.
‘Em ê kêlî kêlî bi têkoşîna gelan hemû rojên tarî vegerînin rojên azadî û serkeftinê’
Fîlîz Bûdak, di destpêka axaftina xwe de 26’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Em berxwedêr, fîlozof û zanyarê sedsalê, reberê gelê bindest û rêhevalê jinan û ciwanan Rêber Apo silav dikin. Em îro ji hêzên komploger re dibêjin dîroka ku hûn bi komplo û komkujiyên li dijî gel û xwezayê nivîsandiye, em ê kêlî kêlî roj bi roj bi têkoşîna gelan hemû rojên tarî vegerînin rojên azadî û serkeftinê ya gelan. Rêber Apo îro li hemberê hemû hêzên komploger dibêje, em ê rojên reş, vegerînin rojên azadiyê. Em ê roja 15’ê Sibatê vegerînin roja mizginî û xweşî.”
‘Lê tu hêz nikare gel ji Rêber Apo qut bike’
Fîlîz Bûdak, diyar kir ku hêzên komploger di asta Rojhilata Navîn de li ser înkar, îmha û qirkirina gelan sedsalên xwe temamkirine û wiha axivî: “Hêzên komploger ji bo perçekirina gelan peyman û îtîfaqan îmzekirin. Li hemberê van hêzên komploger yê ku jin, ciwanan û gelan rizgarbike Rêber Apo ye. Lewma hêzên dagirker ên xwestin şerê cîhanê yê seyemîn temambikin, êrişê tevgera azadiyê dikin. Bi komployek navneteweyî Rêber Apo dîlgirtin. Hêzên dagirker xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re gelê Kurd û şoreşa me têk bibin. Lê tu hêz nikare gel ji Rêber Apo qut bike.”
‘Îro çav, guh û mêjiyê her kesî li Îmraliyê ye’
Fîlîz Bûdak, da zanîn fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd li seranserê cîhanê belavbûye û got: “Li seranserê Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî û pengav tên destpêkir. Ev yek nişan dide ku fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserê cîhanê belavbûye. Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye. Lewma îro pengava 'Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' li seranserê cîhanê ji aliyê hemû kesan ve tê hembêz kirin. Îro di tevahî cîhanê de ji derveyî Kurdan bi hezaran Apocî hene. Divê wateyê de komploya 15’ê Sibatê vala hatiye derxistin. Îro çav, guh û mêjiyê her kesî li Îmraliyê ye û dilê wan li wê derê lêdide. Em berhemên zayîna seyemîn yê Rêber Apo ne. Lewma kes nikare me tunê bike.”
‘Em ê rojên reş ên dîrokê vegerînin rojên xweş’
Fîlîz Bûdak, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi şerê gelê şoreşgerî komplo têk bibin û bigihîjin serkeftinê. Em ê bi hêza fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserê cîhanê jiyanî bikin. Em ê rojên reş ên dîrokê, vegerînin rojên xweş. Berxwedan û têkoşîna me, hêza Rêber Apo ye. Em hêza ji Rêber Apo digrin. Em bang li tevahî gel dikin ku ger hûn bixwazin jiyanek birûmet jiyan bikin û cîhanek paqîj bihêlin pêşêroja xwe, werin li derdora Rêber Apo kombibin û em kîlîla deriya îmraliyê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Meş bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.