Dayikên Şemiyê: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1038’emîn de li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û hatin qetilkirin pirsîn. Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç got: “Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin.”
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-690x390cc-ist-15-02-2025-cumartesi-anneleri-1038-hafta-basin-aciklamasi2-jpg1b1863-image.jpg)
Stenbol – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefteyê li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û hatin qetilkirin dipirsin, ji bo kiryar bên dîtin û darizandin çalakiya xwe didomînin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê hatin gel hev, di dest de qurnefîl û wêneyên windakiriyan xwe di hefteya 1038'an de çalakiya xwe domandin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995'an de li Stenbolê hat qetilkirin hat vegotin. Metna daxuyaniyê ji hêla Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.
Di 15'ê Sibata 1995'an de hat revandin
Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de serpêhatiya Ridvan Karakoç wiha anî ziman: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya û di partiyên siyasî û saziyên çand û hunerê yên kurdan de kar dikir. Kesê di sala 1994'an de ji ber îfadeya li midûriyeta polîsan hat binçavkirin, biryara girtinê hat dayîn. Polîsên ku li Ridvan digerin, mala malbata wî her tim dişopandin û dem bi dem bi ser malê de digirin û dibêjin, 'Rîdvan bînin cem me. Hûn neynîn em li ku bibînin em ê bikujin' gef li malbatê xwar. Ridvan ku nikarîbû were malê, heta 15'ê Sibata 1995'an bi malbat û parêzer Eren Keskîn re bi rêkûpêk têkilî danî. Lê piştî vê tarîxê têkiliya bi Ridvan re bi tevahî qut bû. Dorpêça polîsan a li ser malê hat rakirin û serdegirtin bi dawî bû. Dû re ji ji Ridvan tu xeber nehat girtin."
Wek kesê navê wî nediyar hat definkirin
Gulseren Yolerî diyar kir ku malbat ji bo dîtina wî ket nav lêgerînê û wiha bi lêv kir: "Malbata Karakoç ji bo ku ji zarokê xwe xeberan bigirin serî li hemû saziyên xwedî hiqûq dan, lê tu encam negirtin. Piştî lêgerîna bi israr a 110 rojan, cenazeyê Ridvan Karakoç ê ku şopa îşkenceyê lê hebû, li Goristana Altinşehîrê hat dîtin. Dema malbata wî li her derê li Ridvan digeriya, derket holê ku cenazeyê wî yê bê can ji hemû saziyên fermî, dozger jî di nav de derbas bûye, bi rojan li Saziya Tipa Edlî hatiye ragirtin û tevî şopa tiliyên wî li midûriyeta polîsan weke 'kesê navê wî nediyar' hatiye definkirin."
Gulseren Yolerî, daxuyand ku 30 sal in der barê rewşê de tu gav nehatine avêtin û got: “Çiqas sal derbas dibe bila bibe jî ji bo Ridvan Karakoç û ji bo hemû windahiyên xwe em ê edaletê bixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
‘Dozgerekî ji me re got 'Ez nikarim tiştekî bikim'’
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê û parêzera Ridvan Karakoç, Eren Keskîn jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Rojekê Ridvan telefon vekir û xwest ez bibim parêzera wî. Ridvan ji min re got ez ê her roj telefonî te bikim û ger rojekê telefonî te nekim dibê ku tiştek bi min hatibe. Her roj telefon dikir, lê rojekê telefon nekir û Ridvan di binçavan de winda bû. Zîhniyeta ku Ridvan û windayên me yên din qetil kir, ji serdema komarê ve li ser vê erdnîgariyê serdest e. Ev zîhniyet e ku îro qeyûm tayînî Şaredariya Wanê kir. Me bi salan hewl da ku di dosyaya Ridvan de pêşketinan pêk bînin. Dozgerekî ji me re got 'Ez nikarim tiştekî bikim' û ev yek polîtîkaya dewletê ye. Windakirin polîtîkayeke dewletê. Mixabin erdnîgariya me erdnîgariya miriyên bê gor e. Pir zehmet e mirov bifikire ku dê êşa van malbatan çawa telafî bike. Lê eger em bi rastî jî wek Mirovên Şemiyê vê têkoşînê dimeşînin, ev bi saya têkoşîna wan e."
‘Hezar sal jî derbas bibe em ê hesab ji wan bipirsin’
Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Beriya birayê min bê qetilkirin, timî bi ser mala me de girtin û timî gef li me xwarin. Piştî ku birayê min hat qetil kirin, serdegirtina mala me rawestiya. Birayê min bi awayekî hovane hat qetilkirin. Çawa ku bi hezaran dayik ji kerban mirin, diya min jî ji kerban mir. 30 sal in em li vir in, zarok û neviyên me wê piştî me hesab bipirsin. Hezar sal jî derbas bibe em ê hesab ji wan bipirsin."
Piştî axaftinan çalakvanan qurnefîl danîn qadê û çalakî bi dawî bû.